Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye 2022-02-21 14:39:04 STENBOL - Danişîna doza meleyên endamên DÎAYDER’ê didome. Mele Fahrettîn Ulgun diyar kir ku ji ber ew kurd in û ji mezhebên şafî ne hedef hatine nîşandan û got: “Ev doz doza hesabxwestina bi Şaredariya Stenbolê re ye.”    Li dijî meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Meleyan (DÎAYDER) di 3’yê tîrmehê de operasyona binçavkirinê hatibû kirin û 28 kes hatibûn binçavkirin. Tevî Serokê Komeleyê Ekrem Baran 8 kes di 9’ê tîrmehê de hatibûn girtin. Baran jî di nav de 8 jê girtî 23 kes îdiayên wek “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” tên darizandin. Derbarê 5 kesan de jî biryara dozvenekirinê hat dayîn. Danişîna ewil a doza meleyan li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê bi rûniştin ango roja duyemîn berdewam dike. Serokê DÎAYDER’ê Mele Ekrem Baran, endamên komeleyê yên girtî Hafît Tunç, Nezîr Erdemcî, Mehmet Emîn Aslan, Sefa Mehmetoglu, Aydin Ayhan û Mehmet Înan ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ne bi riya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Endamên DÎAYDER’ê yên di hepsa malê de jî li eywana danişînê amade bûn. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û Zuleyha Gulum, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Seroka CHP’a Bajêr a Stenbolê Canan Kaftancioglu, rêveberên HDP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û komek parêzer danişînê dişopînin.    ‘JI BER EM KURD IN HEDEF HATIN NÎŞANDAN’    Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Ewilî endamê DÎAYDER’ê Fahrettîn Ulgun parastina xwe kir. Ulgun destnîşan kir ku ji ber ew kurd in û ji mezhebe şafî ne hedef hatine nîşandan û got: “Diyanet tenê bi mezheba henîfî xizmetê dide. Di serî de mezhebên şafî û mezhebên din û baweriyên din tune tên hesibandin. Şafîtî ji mezheba henîfî re ne mezhebek paralal e. Ji ber vê yekê jî em paraleli diyanetê nîn in.”    ‘BI EZMÛNÊ KETIM KAR’    Ulgun diyar kir ku ew wek meleyan wezîfeya mirovên aqilmend hildane ser milê xwe û got: “Em wek mirovên bawermend, dixwazin pirsgirêkan çareser bikin. Em mecbûr in vê yekê bikin. Însan vê yekê ji me dixwazin.” Ulgun bal kişand ser dest bikarkirina li Şaredariya Stenbolê û got: “Şaredariya Stenbolê ragihandibû ku maseya baweriyan ava kiriye û ji gelek baweriyan dê kadroyan bigirta kar. Pişt re ez ketim ezmûnê. Ez di ezmûnê de bi ser ketim. Tenê ne ji mezheba şafîtiyê xebatkar girtin. Ez bi eşkereyî û li gorî hiqûqê bi rêya ezmûnê ketim kar. Min wek xebatkarek mirîşûştinê ketim kar. Yên li ser serê me hemû AKP’yî bûn. Tevî ku nêrîna me ya siyasî û bawerî ne wek hev bû jî lê me gotinek nexweş ji hev re negot.”   ‘HESABXWESTINA JI ŞAREDARIYÊ YE’    Ulgun anî ziman ku ew bi heman awayî li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran jî tê darizandin û îdiayên di dozê de biberfirehtirin û got: “Ez wem mirşo dixebitîmi. Ew kerameta mina ku miriyan bi rêxistin bikim, nîne. Yek derdikeve te bi kurdbûn û şafîtiyê terorîze dike, jixwe ev lansekirin bes e. Dosyeya din tevî ku berfireh e jî lê di wir de wek terorîst nehatime ragihandin. Çima di vê dosyeyê de hat kirin? Em dibêjin ev girtin û dozvekirin meseleya hesabxwestine bi Şaredariya Stenbolê re ye.”    Serokê dadgehê derbarê alîkariya ku meleyan belav kiriye de jî pirs ji Ulgun kirin. Ulgun bersiv da û got wan alîkarî li kesên muhtacê xêrê ne belav kirine.    TAWANBARIYA RED KIR    Îbrahîm Yalin ê negirtî jî tê darizandin parastina xwe kir û tawanbariyên li ser xwe red kir û destnîşan kir ku tiştên wan kiriye ne sûc in û meleyên endamên DÎAYDER’ê gelek bi nirx in û xebatek baş dikin.    SEROKÊ DADGEHÊ SERÊ XWE PÊL KIR    Serokê dadgehê pirs ji Yalin kirin. Yalin bersiva pirsên wî da û di vê kêliyê de serê xwe pêl kir.    Pişt re Lutfî Buyukefe, Îbrahîm Şek, Abdulhadî Oztekîn û Fevzî Bariş jî axivîn û parastina xwe kirin.      DOZGER XWEST GIRTÎ BÊN DARIZANDIN    Piştî parastina meleyên negirtî tên darizandin, dozger axivî. Dozger biryara dewama girtina serokê DÎAYDER’ê û 7 kesên din da. Dozger bi şertê kontrola edlî biryara berdana Enver Karabey jî da.    Heyeta dadgehê navber da danişînê û diyar kir ku wê daxwazan piştî navberê binirxîne.