Îmîr a HDP’î pêşniyaznameya kurdî da 2022-02-21 11:22:06 ENQERE - Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, ji bo têkildarî zimanên dayikê yên li Tirkiyeyê, Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê were avakirin, pêşniyaznameyeke kurdî pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kir.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, pêşniyaznameyeke lêkolînê pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kir. Îmîr, di pêşniyaznameya ku bi daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê da de, destnîşan kir ku di serî de gelê kurd ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin divê li Meclîsê komîsyonek bê avakirin.     Îmîr, di pêşniyaznameya ku kurdî nivîsandî de bi bîr xist ku polîtîkayên înkar û pişaftinê yên li ser gelê kurd û gelên din ji Osmaniyê heta niha berdewam dike û wiha got: “Di avakirina Komara Tirkiyeyê de ev polîtîka bi awayekî sîstematîk heta roja me hat. Li dijî van hemû polîtîkayên zext û asîmîlasyonê, li bajarên ku kurd lê dijîn ji sedî 60,7 ê gel dikare biaxive û binivîse. Ji ber vê yekê li Meclîsê divê bi lezgînî komîsyoneke ku zimanên dayikê lêkolîn bike were avakirin.”   PÊŞNIYAR QANÛNEK HAT DAYÎN   Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî ji bo ku 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê were îlan kirin pêşniyar qanûnek da. Gergerlîoglû, di pêşniyar qanûna xwe de wiha got: “Ev pêşniyar qanûn ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê were qebûlkirin û li ser esasê wate û girîngiya rojê, di serî de li dibistanan û piştre jî di hemû saziyan de xebatan bimeşîne, hatiye amadekirin.”