Li Koyê Komxebata Navnetewî ya zimanê kurdî dest pê kir 2022-02-21 11:19:09   SILÊMANÎ - Komxebata navnetewî ya li ser rewşa niha ya zimanê Kurdî û astengiyên wê li navçeya Koyê dest pê kir. Tevî serokê zanîngeha Koyê û Hevseroka KNK’ê bi dehan pisporên ziman, mamosta, xwendevan û nûnerên aliyên siyasî tevlî komxebatê bûn.   Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koyê bi hevkariya Komisyona Ziman a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), komxebatek tê lidarxistin. Komxebata navnetewî ya li ser rewşa niha ya zimanê kurdî û astengiyên li pêşî, bi tevlîbûna serokê zanîngeha Koyê Dr. Welî Mehmud û Hevseroka Kongerya Netewî ya Kurdistanê Zeynep Murad, dest pê kir. Ji bakurê Kurdistanê jî Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag jî di nav de şandeyek beşdarî komxebatê bû.     Hejmarek ber çav ya kesayet, mamostayên zanîngehê, xwendevan, pisporên ziman, nûnerên aliyên siyasî tevlî komxebatê bûne. Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyan dest pê kir. Pişt re serokê Desteya Bilind a Guftugoyê Derya Hewêzî gotarek pêşkêş kir. Di gotarê de hat gotin ku divê ev komxebat bibe pêngavek ji bo xizmeta zimanê kurdî.   Serokê zanîngeha Koyê Dr. Welî Mehmud jî pişt re behsa pirsgirêkên zimanê kurdî kir û got: “Mixabin me nekariye weke tê xwestin girîngî bidin zimanê Kurdî. Eger pisporên zimanê Kurdî, zû nekin wê zererek mezin bigihe ziman. Ji ber ku niha zimanê biyanî li Herêma Kurdistanê ketiye pêşiya zimanê Kurdî. Li dibistanan jî hîn zêdetir girîngî bi zimanê biyanî tê dayîn.”   Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeynep Murad jî axivî û got: “Girîngî dayîna zimanê kurdî, erkek netewî û exlaqiye, divê hemû kurd di her warê jiyanê de girîngiyê bidin zimanê kurdî."     Komxebat bi rûniştinên cuda berdewam dike.    Bernameya komxebatê wiha ye:   Panela yekem wê li ser rewşa zimanê Kurdî ji aliyê Hîwa Selam Xalid ve were birêvebirin.   Panela duwem wê li ser astengiyên li pêş zimanê Kurdî û çareseriya wê, ji aliyê Mamosta Mijde Ebas ve were rêvebirin.   Panela sêyem wê li ser peywendiya ziman, werger û medyayê ji aliyê Mamosta Telar Sebah ve were rêvebirin.   Wê di van panelan de 10 mamostayên zanîngehê û akademîsyen bejdarbin. Wê piştre jî mafê axaftinê bi bejdarvanan were dayîn û ew jî nêrîn û têbîniyên xwe bînin ziman.