Tevlîbûna bîranîna Denîz Poyraz sûc e! 2022-02-21 11:18:42   STENBOL - Li Stenbolê 12 kesên ku hatibûn binçavkirin û bi tevlîbûna çalakiyan tên sûcdarkirin, piştî 8 rojan sewqî edliyeyê hatin kirin.    Endamên Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê Taner Karadaş, Mûrat Tûrgût, Çayan Yilmaz, Metîn Bûrûkanli, Kiyasettîn Kûrt, Selamî Yaman, Abdûllah Arinan û Hevseroka Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATÛHAYDER) Esîn Çelîk, rojnameger Vîldan Atmaca û Îsmaîl Çelîk, Îbrahîm Erol û Suleyman Erzengîn, di di 14'ê sibatê de polisan wan bi serdegirtinên malan de binçav kiribûn. Îfadeyên her dozdeh kesan jî duh li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê hat girtin. Çalakiyên ku tevlî bûne, xebatên HDP'ê, bexşên qurbanan, xebatên Newrozan, daxuyaniyên çapameniyê û tevlîbûna bîranîna Denîz Poyraz ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ji aliyê kujer Onûr Gencer hatibû kuştin weke sûc aresteyî wan hat kirin.    Her dozdeh kes îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.