DBP: Divê zimanê kurdî bi qanûnan were mîsogerkirin 2022-02-21 10:36:33   AMED - Navenda Giştî ya DBP'ê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir û destnîşan kir ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û di Destûra Bingehîn de bi qanûnan were mîsogerkirin.    Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.    Daxuyaniya DBP'ê ya bi sernavê "Divê Destûra Bingehîn Daxwazên Çandî yên Kurdan Mîsoger Bike!" hat belavkirin, wiha ye:   "21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê  ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di sala 1999'an de hat îlankirin. Ev roj Ji bo ku ziman neyên jibîrkirin û piştgirî bidin pirzimanî û cihêrengiya çandî, bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji sedî 40’ê zimanên ku li cîhanê tên axaftin talokeya windabûnê li ser wan heye. Ev tabloya ku di encama siyaseta monîst a dewleta netewe de derketiye holê, di heman demê de wêneyê netewe dewletan e ku berpirsiyariyên xwe yên di warê afirandina şert û mercên guncaw de, ên ku ji bo pêşvebirina ziman, ol û çandên cihê ku di peymanên navneteweyî de hatine destnîşankirin, bi cih neanîne. Yek ji zimanên ku para xwe ji van polîtîkayên monîst girtiye zimanê kurdî ye. Ev zihniyeta wesayet û navendîparêz a ku bi Plana Îslahata Şarkê hewl da tirkî serdest bike bikaranîna kurdî ya  li saziyên fermî, sûk û bazaran, qedexe kir. Ev plan hê jî li ser kar e.    POLÎTÎKAYA 'TIRKÎ BIAXIVE, PIR BIAXIVE' DIDOME    Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku nûnertiya polîtîkayên înkar û qirkirina çandî ya dewletê ya di 12'ê Îlonê de li Zindana Amedê ya "Tirkî Biaxive, Pir Biaxive" ye, parastina vê pergalê didomîne. TV û dersên hilbijartî yên ku bi têkoşîna bi biryar a gelê kurd hatin vekirin îro, ji bo çareseriyên ji çav re tên danîn. Ji bo çareseriyê pêwîst e ku di serî de statûya kurdan a siyasî, civakî, çandî û aborî bi destûra bingehîn were garantîkirin û bi vê ve girêdayî di kreş, dibistana seretayî, navîn, lîse û li zanîngehan di asta akademik de weke zimanê fermî û herêmî bê qebûlkirin.    Hemû çareseriyên ku bêyî van daxwazan bên bicihanîn, dê palyatîf bin û ji çareseriya koka pirsgirêkê dûr bin û ji gavên berbiçav dernakevin. Her ku têkoşîna hevpar a kurd û gelên Kurdistanê ji bo bidestxistina van hemû mafan mezin bibe, wê pêşketin jî pêk werin. Gelê kurd hemû destkeftiyên xwe yên heta niha bi vê têkoşîna civakî bi dest xistiye. Heke ji niha û pê ve ev têkoşîn mezin bibe û pêş bikeve dê ev maf bi dest bikevin.    BANGA MÎSOGERIYA QANÛNΠ   Banga me ji bo hemû gelê me ye. Rêya herî girîng a parastin û pêşxistina ziman û çanda me ew e ku di hemû qadên jiyanê de, ziman û çanda xwe biparêzin û berfireh bikin. Bi vê munasebetê em careke din dibêjin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo garantiya qanûnî ya perwerdeya bi zimanê dayikê bidomînin. Em 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin."