Birayê girtiyê nexweş Bîlgîn: Bila pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin 2022-02-21 09:04:04 ENQERE - Kekê girtiyê nexweş Mehmet Hanefî Bîlgîn ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû, Veysel Bîlgîn xwest ku derbarê kesên di mirina birayê wî de îhmala wan heye de pêvajoya hiqûqî were destpêkirin û wiha bang kir: “Em dixwazin ev rewş derkeve holê.” Hevalên Mehmet Hanefî Bîlgîn ê 29 sal û nîv bû di girtîgehê de bû û di 30’ê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de jiyana xwe ji dest da, ên qawişê Ahmet Abdî Îbrahîm û Cabbar Palabiyik derbarê mirina wî de nameyek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re şand û îhmalên îdareya girtîgehê vegotin. Îbrahîm û Palabiyik bal kişandin ser zêdebûna pêketiyên şewba vîrûsa koronayê yên li girtîgehê û bi lêv kirin ku beriya mirina Bîlgîn 2-3 rojan di wan de jî hin nexweşî derketin. Îbrahîm û Palabiyik, diyar kirin ku tevî nexweş bûn jî ew nebirin revire û anîn ziman ku rêveberiya girtîgehê bergiriyên pêwîst negirtin.    Kekê Bîlgîn, Veysel Bîlgîn diyar kir ku nayê qebûlkirin ku tevî nexweşiyên birayê wî tên zanîn jî ne birine cem bijîjk û bi astengkirina mafê wî yê berdanê bûn sedemê mirina wî û got: “Mafê wî yê şerta kontrola edlî nedanê. Heke ew maf dabûnayê me dikarî birayê min derman bikin. Wê demê dibe ku ev tişt neqewimîbûna.”   HER TIŞT NIVÎ MA   Bîlgîn, bi lêv kir ku li bendê bûn ku birayê wî di 27’ê Hezîranê de were berdan û wiha got: “Birayê min keyfxweş bûbû ku da were berdan. Piştî 30 salan da meha Hezîranê derkeve û bigihe malbata xwe. Ev hemû di nîvî de man, tu tişt pêk nehat.”   Bîlgîn, da zanîn ku bi birayê xwe re roja da derkeve axivîbûn û wiha berdewam kir: “Birayê min bajarê xwe gelek xerîb kiribû. Digot ‘min hûn, xweza, dar, kêzik her tişt xerîb kiriye. Bi hesreta van çû. Xwest hesrata xwe ya piştî 30 salan pêk bîne lê hemû jî di nivî de man.”   ÎHMALÊ RÊ LI BER MIRINÊ VEKIR   Bîlgîn, destnîşan kir ku divê ji bo girtiyên ku nexweşiya wan hene bergiriyên pêwîst bên wergirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêkên tenduristiyê ne tiştên ku werin îhmalkirine. Weke rewşa birayê min dema tê îhmal kirin bi mirinê encam digire. Em bi xemgînin, em ê vê êşê çawa ji dilê xwe bikin der nizanim. Dayika min bê xwarin û vexwarin rojên xwe derbas dike.”   DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ    Bîlgîn, xwest ku derbarê kesên di mirina birayê wî îhmala wan heye de pêvajoya hiqûqî were destpêkirin û wiha bang kir: “Têkildarî mirina birayê min bi rastî jî îhmalek hebe berpirsyar kî bin jî divê pêvajoya hiqûqî were destpêkirin. Em dixwazin ev rewş derkeve holê.”