‘Perwerdehiya ziman tûne be, biyanî bûn dest pê dikê’ 2022-02-20 20:49:27   AMED - Zimanzan, di panela Platforma Ked û Demokrasîyê li dar xist de li ser têkiliya ziman û zarokan axivîn û gotin: ‘Perwerdeya zimanê zikmakî tune be afirandin, naskirin nabe û biyanî bûn dest pê dike.’   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, tekîldarî Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê, bi hevkarîya,  Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Tora Ziman û Çanda Kurdî, Komeleya Wejêkaren Kurd, Pena Kurd û Enstituya Kurdî ya Amedê, di çerçoveya bernameyen ‘Heftêye Ziman’de li Şaxa Hejmara 1’an a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê panalek li darxist. Di panela endamê Egîtîm Sen’ê Fesîh Zîrek lê moderatorî dikir de, Koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul li ser mijara xetereya ser ziman û rewşa kurdî, endama Koma Xebatê ya Wate Netîce Altûn li ser gede an domanan de ziwan musayiş bi kirmançkî, Cemîl Gûneş jî li ser mijara ziman û perwerdehiyê axivîn.   ‘HERTIŞTÎ JI BÎR BIKE ZIMANÊ XWE JI BÎR NEKE’   Destpekê Koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkail Bulbul axivî. Bulbul, balkişand ser zimanên ku ji holê rabûne û derbarê windabûna zimanan de wiha got: “Ziman bi qedexeyan, bê statû bûnê ji holê radibin.” Bulbul, gotina sumeriyan a “Her tiştî ji bîr bike lê zimanê xwe ji bîr neke” bi bîr xist û li ser rewşa zimanê kurdî ev tişt gotin: “Zimanê kurdî bê statuye. Ji bo ku zimanê kurdî ji holê ranebe bi kurdî were axivîn û pêwiste kesên bi kurdî diaxivin di tiştên teknîkî û elektronîk de bibin xwedî rol û misyon. Ev dê sûdê bide zimanê kurdî.”   TEKILIYA ZAROK Û ZIMAN   Piştî Bulbul endama Koma Xebatê ya Wate Netîce Altûn. Altûn nirxandinên xwe bi zaravayê kurdî yê kirmançkî kirin û li ser mijara tekiliya zarok û ziman axivî. Altûn, balkişand ser qedexebûn û biçûk xistina ziman û bandora vê yekê ya li ser zarokan nirxand. Altûn tekiliya zarok û ziman wiha bilev kir: “Zarokên kurd hêj ferî zimanê dayikê nebûnê tirkî li ser wan tê ferz kirin. Di dibistanan de bi lexistinê em bûn nîv ziman. Travma li me çebûn. Dema dayik û bav zarokên xwe şandin dibîstanê, divê mamosteyan şîret bikin ku zarokên wan tirkî nizanin û li gor wê nêzîkî wan bibin.”   ZIMAN NE TENE PEYVE JIYAN E   Endamê Weqfa Mezopotamyayê Cemîl Gunes jî qala girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî kir û wiha got: “Hezaran pênaseyên perwerdeyê hene, bi ya min pênaseya herî baş: Morovekî digehîne pêdiviyên kar, netew, civak û dinyaya xwe. Zarokên asîmîle dibin sedî 3 an 4 pêşdikevin. Ji ziman dûrketin rewşekî ucubetî ye û ne pêkan e ku veger ber bi eslê xwe ve çêbibe. Ev nîvzimanî ye. Eger mirov ji bingeha xwe dûr bikeve ji afirandinê dûr e. Divê ji bo guherînê tu bi xwe bî. Milyonan xwendevanên kurd xwendevanên mekanîk in. Zarokên bi zimanê xwe perwerde nebin him ber bi kêmaqiliyê ve diçin him ji dê û bavan fedî dikin. Perwerdeya zimanê zikmakî tune be afirandin, naskirin nabe biyanî bûn destpê dike. Ziman ne tenê peyivîn e aîdiyet e, av e, nan e jiyan e.”