Akar: Di mijara PKK’ê de me û Barzaniyan li hev kir 2022-02-20 15:29:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar diyar kir ku di mijara tunekirina PKK’ê de wan û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hev kiriye.    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar, piştî Civîna Wezîrên Parastinê ya NATO’yê ku li Brukselê hat kirin, derbasî Almanyayê bû. Li Almanyayê jî beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê bû ku pirsgirêkên ewlekariyê yên kûrewî û herêmî tê de tên nîqaşkirin. Akar, li Munihê pirsên rojnamegeran bersivandin û derheqê hevdîtinên xwe yên bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re agahî dan.     Akar îdia kir ku operasyonên wan ên li derveyî sînor, bêrêziyeke li hemberî serweriya cîranên wan nîne û wiha got: “Hewldana me ew e ku di zûtirin dem de em derdorên ‘terorê’ yên ku nîzam, întîzam, aramî û aştiyê têk dibin ji hev cuda bikin. Di vê vê mijarê de me hem bi Wezîrê Karên Derve Huseyîn re, hem bi Serokê IKBY’ê Nêçîrvan Barzanî û hem jî bi Serokwezîrê IKBY’yê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kirin. Di vê mijarê de em hemû jî wekî hev difikirîn. Di mijara têkoşîna li dijî ‘terorê’ û tunekirina wê ya di demekî herî nêz de, me li hev kir. Min pir bi vekirî ji wan re ev tişt got; ev e 40 sal em têdikoşin. Em dixwazin êdî jê xelas bibin. Lewma jî ‘terorîst’ li ku bin, ew der di hedefa me de ye. Me ev rêgeza xwe anî bîra wan.”