Ji qeyûm qenciya bi milyon lîreyan! 2022-02-20 14:56:36   MÊRDÎN - Qeyûmê Mêrdînê ji bo temamkirina projeya avahiya wargehê ya ku Cemiyeta Belavkirina Ilmê nîvco hiştibû, di cotmeha 2021’an de îhale da destpêkirin. Hat zanîn ku tenê yek kes kete îhaleyê û qeyûm îhale bi 1 milyon û 139 hezar TL’yan da wî kesî.    Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir. Qeyûmê şaredariyê, ji bo temamkirina projeya çêkirina avahiyê wargehê ku Cemiyeta Belavkirina Ilmê nîvco hiştibû, di cotmeha 2021’an de ji bo îhaleyê bangewazî kir.  Di îhaleyê de pêdiviyên avahî yên bi hîdrafor, radyator, pompeyên sîrkulasyonê, pompeyên sengî, qazanên xaza xwezayî, alavên odeya şûştina cilan, ekîpmanên mitbaxê, boyax û hêj gelek pêdiviyên din hatibûn destnîşankirin.   QENCIYA BI MILYONAN   Hat zanîn ku îhale bi derdora 1 milyon û 209 hezar û 723 TL’yan bû û qeyûm îhale bi 1 milyon û 139 hezar û 677 Tl’yan da fîmaya Kamîl Agduk ê navenda wan li Stenbolê. Li gorî ewraqên îhaleyê: Tenê Kamîl Agduk ketibû îhaleyê, tenê 3 kesan dokumanên ewraqê daxistine. Li gorî Qanûna îhaleyê ya Cemaweriyê, divê di her îhaleyekê de herî kêm 3 kes beşdar bibin lê bêyî ku guh bidin vê qanûnê, kesek tenê ketiye îhaleyê û îhale jî dane wî.    LI HEMAN NAVNÎŞANÊ DU FÎRMA   Li gorî Rojnameya Belgedang a Bazirganiyê; fîrma di îlona 2019’an de bi navê Kamîl Agduk Lînye Elektrîk Muhendîslîk Proje ve Taahhût hat damezirandin. Li gorî daneyên Saziya Îhaleyên Cemaweriyê; Kamîl Agduk piştî vekirina fîrmaya xwe, di sala 2021’an de karê ronîkirin û bicihkirina kamerayan a li derdora Qereqola Cendirmeyan a Huyuk a Nîgdeyê girt. Li heman navnîşana Agduk, her wiha ZKT Yapi Înşaat ve Taahhut Sanayî Tîcaret Lîmîted Şîrketî jî heye ku di sala 2016’an de hatiye damezirandin.