Di girtîgehê de 4 pirtûk nivîsandin û 30 sal piştre derket 2022-02-20 14:20:48   AMED - Nivîskar Edîp Yalçinkaya ku bi sedemên siyasî hatibû girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê cezayê muebbetê dabûyê, 30 sal piştre ji girtîgehê derket.    Nivîskar Edîp Yalçinkaya di sala 1992’yan de ji ber sedemên siyasî, di 21 saliya xwe de hate girtin. Yalçinkaya ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Amedê dima, piştî 30 salan hate berdan. Malbat û xizmên Yalçinkaya, ew li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin.    Yalçinkaya di sala 1971’an de li Bêdlisê ji dayik bû û dibistanên seretayî û navîn li vir xwend. Di sala 1990’an de dest bi xebatên siyasî kir û di sala 1992’yan de jî li navçeya Gimgim a Mûşê hate girtin. Di hezîrana sala 1993’yan de li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û cezayê muebbetê lê hat birîn. Di nava 30 salan de Yalçinkaya li girtîgehên Amed, Bartin, Sêrt, Erzirom, Çewlik û Çankiriyê ma.    Di dema girtîgehê de Yalçinkaya zêdetir meyla xwe da ser xebatên wêjeyê. Di encama xebatên dûvdirêj de pirtûkên bi navên “Ma Ülkesi”, “Mahzen”, “Kardaki Kan” û “Dideban” nivîsandin.    Her wiha di Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Îsmet Baycan a TUHAD-FED’ê û di Pêşbirka Helbestan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê de jî xelat wergirt. Nivîs û helbestên Yalçinkaya li ser gelek malperên înternetê û di gelek rojnameyan de hatin weşandin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku pirtûka Yalçinkaya “Kardaki Kan” li soranî hat wergerandin û rastî eleqeyeke mezin hat.