Dag û Er li dijî binpêkirinan ev 8 roj in di rojiya mirinê de ne 2022-02-20 13:51:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Mazlum Dag û Abdurrahmen Er ku li Hewlêrê di girtîgehê de ne, li ser telefonê ji malbatên xwe re gotin ku li dijî binpêkirinan, ev 8 roj in di çalakiya rojiya mirinê de ne.    Karmendê Konsolosxaneya Tirkiyeyê yê Hewlêrê Osman Kose di 17’ê tîrmeha sala 2019’an de hate kuştin. Li ser vê yekê ciwanên kurd Mazlum Dag û Abdurrahman Er bi hinceta kuştina Osman Kose hatin binçavkirin, darizandin û dadgehê cezayê darvekirinê lê birî. Herdu ciwanên ku li Hewlêrê girtî ne, li dijî binpêkirinan dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Çalakiya wan 8 roj li pey xwe hişt.    Dag û Er îro bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku ji ber daxwaza wan a ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan û guhertina girtîgehê nehatiye bersivandin, di 13'ê sibatê de dest bi rojiya mirinê kirine.   Dag û Er ragihandin ku ji ber şert û mercên nebaş wan gelek caran daxwazname dane girtîgehê lê belê daxwaza wan nehatiye bersivandin. Dag û Er dan zanîn ku rayedarên emniyetê bi wan re axivîne û jê re gotine; ‘ji ber ku we dîplomatek kuştiye, lewma em van bi serê wan tînin.’    Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Dag û Er her ku diçe xerab dibe. Her du girtî jî 10 kîloyan zeîf bûne û xwînê diverişin. Dag û Er banga hestiyariyê li raya giştî kirin.