‘Divê di her qada jiyana me de kurdî hebe’ 2022-02-20 12:11:45   WAN - Sekreterê Birêxistinkirinê yê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Lokman Babat bang li hemû kurdan kir ku di her qadeke jiyana xwe de bi kurdî biaxivin.    Sekreterê Birêxistinkirinê yê Şaxa Sendîqeya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê Lokman Babat, bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê axivî. Babat, bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û da zanîn ku her civakek, hebûna xwe li ser ziman ava dike.    Babat diyar kir ku zarok bi hînkirina zimanê dayika xwe, dest bi jiyanê dikin û wiha domand: “Bi zimanê dayika xwe dinyayê nas dike û jiyana wan wisa teşe digire. Lewma bingeha jiyanê, zimanê dayikê ye. Her zarokekî kurd xwedî du navan e. Yek, navê li malê tê bikaranîn û yê din jî navê wan ê fermî ye. Ev jî bandoreke neyînî li perwerdeya zarokan dike. Ez mamoste me û dema pirsan ji zarokan dikim, zarok bi kurdî difikire lê bi tirkî dibersivîne. Ev jî li pêşiya serkeftina wan astengî ye.”   NÎVZIMANÎ   Di berdewamê de jî Babat diyar kir ku zarokên bi zimanê dayika xwe perwerdeyê nebînin, ne baş hînî kurdî dibin û ne jî tirkî. Babat wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pisporên ziman vê rewşê weke nîvzimanî pênase dikin. Ev jî bandoreke neyînî li jiyana zarokan dike. Zarokekî bi zimanê xwe perwerde dibe, bêhtir xwedî li çanda xwe derdikeve.  Heke zimanek nebe zimanê perwerdeyê, bi demê re tune dibe. Lewma ji dîrokê ve bi hezaran ziman tune bûne. Kesên bi zimanê xwe neyên perwerdekirin, dişibin ava ku hişk dibe. Dema kaniyek ziwa bû, jiyana her zindiyekî li dorê jî hişk dibe. Ew kaniya li xwezayê çawa hişk bibe, gelên ku bi zimanê xwe perwerdeyê nebînin jî wisa tune dibin.”   BANGA XWEDÎDERKETINÊ   Herî dawî jî Babat ev tişt anî ziman: “Bi qenaleke tv’yê û dersa bijarte re dewlet dibêje ku ew ziman diparêze. Erê rast e dersa kurdî ya bijarte heye lê mamoste tune ne. Gelo heke mamoste nebin dê ew ders çawa bê dayîn? Li gorî min dersa bijarte, heqareteke li kurdan bû. Divê tevahiya perwerdeyê bi kurdî be. Lê yekzimanî tê ferzkirin. Em vê qebûl nakin. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Nexwe dê ev ziman tune bibe. Divê kurdî bibe jiyana gelê kurd. Hewceye di her qadekî jiyanê de em bi kurdî biaxivin. Em tenê dikarin bi vî awayî kurdî biparêzin.”