Bang li malbatan kir: Bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin 2022-02-20 09:12:32   WAN - Mamosteyê kurdî Tahsîn Tîmûr ji bo kurdî bang li malbatan kir û got: "Malbat divê bi zimanê zikmakî bi zarokên xwe re biaxivin û berprisiyariya dikeve ser milê wan bi cî bînin."    Mamosteyê Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Wanê (ARSÎSA) Tahsîn Tîmûr, bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bang li malbatan kir û got: "Malbat divê bi zimanê zikmakî bi zarokên xwe re biaxivin û berprisiyariya dikeve ser milê wan bi cî bînin."    BIŞAVTIN   Tîmûr, bilêv kir ku kurdî her tim bi êrişan û polîtîkayên bişavtinê re rû bi rû ye û got: "Tu ziman nayê qedexekirin. Ger hin kes rabin zimanekî qedexe bikin, ew bêehlaqiya herî mezin dikin. Di demên dawî de êrişên li ser kurdî pir zêde bûne. Ji roja Tirkiye hatiye avakirin heya niha kurdî bi qirkirinê û qedexeyan re rû bi rû ye. Kesên bi kurdî diaxivin, rastî êrişên fizîkî tên. Polîtîkaya dewletê hê jî ji bo tunekirin û bişavtina kurdî ye. Tenê kurdên Bakurê Kurdistanê bi van êrişan re rû bi rû namînin. Li Efrînê çendî ji sedî 95'ê wê kurd in jî mixabin piştî dagirkirinê kurdî hat qedexekirin. Dîroka van êrişên li ser kurdî bi qasî dîroka dewleta tirk dûr û dirêj in."    Tîmûr, diyar kir ku dewletên dagirker gava civakekê dagir dikin ewilî berê xwe didin zimanê zikmakî yê wê civakê û got: "Mixabin dewletên dagirker li Rojhilata Navîn ev tişt kirin. Êriş birin ser zimanê zikmakî yên çerkes, gurcî û gelek neteweyên din û ew anîn asta tunekirin. Kurd jî bi van polîtîkayan re rû bi rû ne."    'WÊ NIKARIBIN KURDÎ TUNE BIKIN'   Tîmûr, destnîşan kir ku di salên dawî de kurd di qada siyasî d epolîtîk bûne û bi vê polîtîkbûyînê re polîtîkayên dagirkeran pûç kirine û got: "Dewleta dagirker çi dike bila bike, dê nikaribe kurdî tune bike."    BI KURDÎ BIAXIVIN   Tîmûr, bang li malbatên kurd jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Kesên ji civaka xwe û çanda xwe hez dikin divê bi kurdî bi zarokên xwe re baixivin. Malbat fedî dikin bi kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Bi ya min divê qet fedî nekin. Îro ro li seranserê cîhanê hemû netew ewilî zimanê zikmakî rê zarokên xwe didin. Çawa ku ji bo ereban erebî, ji bo farisan farisî û ji bo tirkan tirkî girîng e, divê ji bo kurdan jî kurdî girîng be. Em di sedsaleke teknolojiyê de ne. Hînbûna kurdî ne ew qasî zehmet e. Berpirsiyarî dikeve ser milê her malbatê ji bo hînkirina kurdî. Ger em xwedî li zimanê xwe derkevin em ê polîtîkayên dewletên dargirker pûç bikin."