Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike 2022-02-19 16:26:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk serdana nobedê kir.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 96’emîn de berdewam dike. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û rêveberên sendîkayan serdana malbatan kirin.    KESK: DAXWAZÊN WE DAXWAZÊN ME NE    Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku ew piştevaniya çalakiyê dikin û daxwazên malbatan di heman demê de daxwazên wan in. Bozgeyîk xwest Aysel Tugluk, tevahiya girtiyên nexweş werin berdan û demildest dawî li binpêkirinên mafên girtiyan were.    EDALETÊ DUBARE KIRIN   Li ser navê malbatên girtiyan Herdem Merwanî û Hakki Boltan jî axivîn û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.    WAN    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê jî dabûn destpêkirin di roja 69’emîn de berdewam kir. Rêveber û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê serdana malbatan kirin û piştevaniya xwe anîn ziman.   ÎZMÎR    Nobeda Edaletê ya malbatan a li Baroya Îzmîrê jî berdewam kir û malbatan xwest girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin werin berdan.