Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir 2022-02-19 16:20:07   ENQERE - Li Enqerê, polisan êrişê daxuyaniya banga mitînga 8'ê Adarê kir û jinan bi lêdanê binçav kirin.    Platforma Jinan a Enqerê, xwest ber Şaredariya Çankayê derbarê mitînga ku wê 8'ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê de li dar bixin de daxuyanî bide û bang bike. Beriya ku jin li hev kom bibin polisan qadê dorpêç kir û TOMA'yê girtin. Dema ku jinan xwest bên qadê û daxuyanî bidin polisan wan asteng kir û êrişî wan kirin.    9 BINÇAV KIRIN   Polisan nehişt ku rojnameger jî nêzî qadê bibin. Li dijî vê helwesta polisan jinan dest bi meşê kir. Jinan di meşê de dûrişmeyên "Bijî Piştevaniya Jinan" ,"Em natirsin, bêdeng nabin û îtaat nakin" berz kirin. Polisan meşa jinan jî asteng kir û bi lêdanê wan binçav kirin.    Polisan li nûçegîhanê Sendîka.Org Tankût Serttaş ku nûçeyê dişopand jî dan û herî kêm 9 jinan binçav kirin.