Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin 2022-02-19 15:55:56   DÊRSIM - Ji Pîrên Ocaxa Axuçan Înanç Doru di komxebata DAD’ê de axivî û got: “Ocaxên elewiyan divê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yekîtiyê xwe ava bikin.”    Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan Demokratîk (DAD) Komxebata Dayik û Pîrên Dêrsimê ya 3’yemîn li dar xist. Komxebat di roja duyemîn de berdewam kir. Gelek nivîskar û rewşenbîrên elewî, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek beşdarî komxebatê bûn û pankartên kurdî û tirkî hatin nivîsandin. Beriya komxebat dest pê bike, beşdaran niyaz kir û çira pê xistin. Di roja duyemîn a komxebatê de mijarên wek riya heq, civak, aborî, cemxane û bajarvanî hatin nîqaşkirin.    ‘DIVÊ ÇANDA WERE PARVEKIRIN’    Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan axivî û diyar kir ku ji bo ew li pêşberî daik û pîrên elewî diaxive serbilind e û got: “Daxwazek me ji pîr û dayikên me heye, em zarokên xwe bi çand û baweriya xwe mezin bikin û em vê çandê bi wan re jî parve bikin.”    ‘EM LI BER POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ SERÎ RAKIN’   Ji Pîrên Hewsê Axuçanê Înanç Dorû jî bi gotina Ebul Vefa El-Kurdî ya “Tenê bi îbadetê heq nabe, bi sûhbetê jî dibe” dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser girîngiya yekîtiya hewsên elewiyan û got: “Ji bo siberojê divê pîr û dayikên me di hewsan de çanda me bigihînin nifşên nû. Em wek hewsên elewiyan divê li ber polîtîkayên asîmîlasyonê serî rakin û yekîtiya xwe ava bikin.”    Komxebatê bi axaftinên pîr û dayikan berdewam kir.