'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e' 2022-02-19 14:20:20   MERSÎN - Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mersînê, derbarê 21'ê Sibatê de daxuyanî da û destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e.   Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) ya Mersînê, ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de "Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e, nikare bê astengkirin" hat vekirin. Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mersînê Dûygû Taner axivî. Taner, bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e.   Piştî daxuyaniya ku Taner daxwazên wan ên ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî jî wiha rêz kir:    "* Divê Tirkiye fikarên xwe yên daniye ser peymanên mafên zarokan ên navneteweyî rake û qebûl bike.    * Li şûna Destûra Bingehîn a 1982'yan Destûreke Bingehîn a nû ya Demokratîk ku hemû rengîniya çandî û zimanî bihewîne amade bike. Di Destûra Bingehîn a nû de beşa derbarê perwerde û û hîndekariyê, mafê mirovan û azadiyên bingehîn li gorî peymanên navneteweyî bên amadekirin.    * Divê pergala perwerdeyê li gorî rastiya pir zimanî û çandî bê sererastkirin.    * Divê dewlet destdana xwe ya ziman a ji bo sînordarkirinê deyne aliyekê; ji bo hemû welatiyan perwerdeya bi zimanê zikmakî û fermîbûna zimanê wan bê garantîkirin.    * Ji bo zimanên mijara gotinê di serî de perwerde û li qada cemaweriyê bê bikaranîn sererastkirinên pêwîst ên qanûnî û îdarî bên kirin.    * Ji bo zimanên zikmakî yên li Tirkiyeyê tên bikaranîn envantereke zelal bê avakirin.    * Ji bo perwerdeyeke baş a ziman divê xwe bi perwerdeyeke baş a bi zimanê zikmakî bên perwerdekirin.    * Li zanîngehan ji bo zimanê zikmakî û çandên cuda beşên zanîstê û enstîtu bên avakirin û ên heyî jî hejmarên wan bên zêdekirin."   Wê sendîka di çarçoveya Roja Zimanê Zikmakî de fîlmên "Ali ata bak", "Ken meken", "Pepûk" û "Djvejig" nîşan bide.