Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne 2022-02-19 09:16:06 STENBOL - Girtî Marûf Denîz ku di Girtîgeha Tarsûsê de ye, nameyek ji ajansa me re şand û di nameya xwe de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    Marûf Denîz ê ku di Girtîgeha Tarsûs a Mêrsînê ya Jimare 3'yan a Tîpa F'yê de ye, nameyek ji jansa me re şand. Denîz, di nameya xwe de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    Denîz, di nameya xwe de diyar kiriye ku di demên dawî de ji ber pêkanînên nû yên li girtîgehê û ji ber qanûnên vê dawiyê hatine çêkirin zext û zorî zêde bûne û bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne. Denîz, di nameya xwe de destnîşan kiriye ku divê qanûn li gor rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn bên pêkanîn, û çendî li girtîgehê SEGBÎS heye jî lê girtiyên siyasî derî vê pêkanînê tên hiştin û gotiye: "Ji bo girtiyên edlî heftê 30 deqe mafê hevdîtin bidîmen heye. Ên serdêrên wan neyên jî ekatra 30 deqeyê din ê hevdîtin bidîmen didin wan. Lê yê me di dema pandemiyê de hevdîtin bi dengê 20 deqe bû, paşê kêm kirin, kirin 10 deqe. Em vê pêkanîna neheq qebûl nakin."    ROJNAMEYAN NADIN WAN   Denîz, ragihandiye ku mafê wan ê sohbet û çalakiyê yê li qada hevpar jî tê astengkirin û gotiye: "Her wiha odeyên me dûrî hev in û em di nav odeyên sûcdarên edlî de tên îzolekirin. Ev me be rbi xetereyekê ve dibe û wekî amûreke çewisandinê li me tê ferzkirin. Rojnameya Yenî Yaşamê bi hincetên cuda nadin ma. Serlêdanên me yên ji bo vê jî nehatin bersivandin. Êdî rojnameya Evrenselê jî nadin. Ev ambargo ye. Pêkanîneke bêhiqûqî ye."    MUAYENEYA BI AWAYÊ KELEMÇEKIRÎ   Denîz, diyar kiriye ku du hefteyan carekê wan dibin revîrê û li revîrê carinan bi meseleya bijîşk re rû bi rû dimînin. Denîz, destnîşan kiriye ku muayeneya bi awayê kelemçekirî li wan tê ferzkirin û gotiye: "Ji ber ku em vê yekê qebûl nakin, tedawî jî tê astengkirin. Mafê me yê tenduristiyê tê binpêkirin. Her wiha gelek amûrên me yên bi kargoyê tên jî nadin me. Hevalên me yên dinivîsin û resman çêdikin tên mexdûrkirin. Nameyên me yên bi zimanê zikmakî bi hinceta 'wergêr' heta demeke dirêj tên sekinandin. Her wiha ji ber PTT'ê nameyên me yên bi pûl jî nagihên navnîşana xwe û winda dibin. Kotaya pirtûkan heye. Wezareta Dadê kampanyaya pirtûkan daye destpêkirin, lê li vira kotaya pirtûkan heye. Ev ê çawa bê ravekirin?"   GIRTIYAN SIRGÛN DIKIN   Denîz, di berdewama nameya xwe de bal kişandiye ser bihabûna eşyayên li kantîna girtîgehê jî û qenalên televîzyonê yên wekî Meclîs TV, Halk TV, Tele 1 jî tune ne. Denîz gotiye: "Îdare kîjan qenalan diyar bike em wan temaşe dikin. Desteya çavdêriyê bi hincetên cuda hevalên me bernadin. Ev jî dibe cihê mexdûriyetan. Her wiha hevalên me sirgûnî girtîgehên dûra kirin. Ev sirgûn ji bo şikandina vînê ye. Jixwe em li cihên dûrî malbata xwe ne. Lê radibin me dişînin cihên hîn dûrtir. Hemû daxwazên me yên ji bo sewqê jî bi hinceta kontejan tije ye tên redkirin."