Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne 2022-02-19 09:15:14 AMED - Welatiyên ku bi hêviya berên erzan bikirin diçin bazaran, an destvala vedigerin malê an jî tiştên dixwazin bikirin tenê nîvî jê dikirin. Esnaf jî ji ber ku tiştek ji wan re namîne bi gilî û gazinc in.  Welatiyên ji ber bihabûnê zehmetiyan dikişînin, ji bo berên erzan bikirin berê xwe didin bazaran. Lê di mehên dawî de êdî li bazaran jî tu tiştekî erzan nîn e. Li bazara semtê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, esnaf ji ber nebûna kar û welatî jî ber bihabûnê bi gilî û gazinc in.      TU TIŞT NAYÊ KIRÎN   Seda Dagdelen, nerazîbûna xwe ya ji bo bihabûna zebzeyan anî ziman û destnîşan kir ku ji ber bihabûnê nikarin tiştekî jî bikirin. Dagdelen, bilêv kir ku êdî ditirsin biçin bazarê û got: "Jixwe ez behsa marketan jî nakim. Em diçin bazarê, em bitris diçin. Em diçin marketê, em bitirs diçin, em diçin çarşiyê em bi tirs diçin." Dagdelen, diyar kir ku meaşê wan hemû diçe ji fatûreyan re û got: "Em 6 kes in. 4 xwendekarên min hene. Fiyet pir xirab in. Em nikarin firingî, xiyar, bacanên reş û îsotan bikirin. Em tenê şênahiyê dikirin. Du roqa, du tûzik, 18 lîre ye. Êdî gel serî radike. Ez tenê ji bo şênahiyê hatime. Êdî dewlet me bi giha xwedî dike. Em bi giha zikê xwe têr dikin."    'EM Ê DI HILBIJARTINÊ DE RÊ WAN BIDIN'   Tulay Arat jî bilêv kir ku bi 50 lîreyî hatiye bazarê û got: "Min nîv kîlo zeytûn û kîloyek mûz stend. Ez ê roqa û bexdenûzê jî bistînim. Paşê wê pere biqede. Hêşînahiya ku min hefteya berê stendibû bi 2 lîreyan bû, niha bûye 3 lîre. Her hefte fiyet diguherin."    Arat, destnîşan kir ku ji bo ev zem bi dawî bibin divê ew di hilbijartinê de bersiva vê îqtidarê bidin.    Pinar Suer jî got: "Di navbera hefteya borî û ya niha de ferqek pir mezin heye. Min tenê hêşînahî stend. Gelek tişt hene divê em bistînin, lê em nikarin."    Mûzaffer Kocamanoglû jî bertek nîşan da û got: "Min tenê av stend. Cardin biha, cardin biha ye. Berî ehr tiştî divê mazotê erzan bikin. Yan na wê kes nikaribe li bazarê jî tiştekî bikire."    Belîha Ekîncî jî destnîşan kir ku meaşê wê yê teqawidbûnê heye, lê nikare debara xwe bike û got: "Em îsotê bikirin, em nikarin firingiyan bikirin. Ez û keça xwe hatin bazarê, lê me ji her tiştî nîv kîlo stend. Jixwe hin tişt hene em qet nikarin bistînin."    ESNAF JÎ NE RAZÎ YE   Tûgay Okmen ku li bazarê eşyayên mitbexê difiroşe got: "Îro ji serê sibê heya niha min tenê bi 10 lîreyan tişt firotine. Berê gava mirov bi sed lîreyî dihatin bazarê têra xwe zebze û fêkiyên xwe distendin. Bi pereyê mayî jî dihatin ji cem min çend tişt dikirîn. Lê niha nikarin. Min berê çaydan bi 80 lîreyî difirot, lê niha bûye 400 lîre. Jiyan pir bargiran bûye. Êdî em nanoziko dixebitin."   Zengîn Çelîk jî ku li bazarê hêşînahiyê difiroşe, got: "Gelê me ji rewşa heyî ne razî ye. Ji ber bihabûnê karê me jî nabe. Em nikarin nan bibin mala xwe. Em dixwazin zem bên betalkirin. Ger fiyetê mazotê û KDV kêm bibe, em ê bi rihetî karibin nan bibin mala xwe."    MA / Eylem Akdag