Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin 2022-02-19 09:14:01   WAN - Kazim Tîmûr, bavê girtî Botan Tîmûr ku nêzî 2 meh û nîv in li Baroya Wanê di "Nobeda Edaletê" de ye, diyar kir ku heya ku kurê wî bi awayekî adil neyê darizandin û girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin neyên berdan dê çalakiya wan bidome.    Botan Tîmûr ku di sala 2016'an de li Wanê hatiye binçavkirin û bi îfadeyên "şahidê nepen" bi îdiaaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin, 6 sal in di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de ye. Tîmûr bi salan e di odeya wekî "odeya bobekaran" tê pênasekirin de ye û danişîna wî ya li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Wanê jî 6 sal in didome. Bavê wî Kazim Tîmûr ku tevli Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê bûye, xwest kurê wî bi awayekî adil bê darizandin û berdan.    DANIŞÎN 5 SAL Û 8 MEH IN DIDOME   Bav Tîmûr, diyar kir ku kurê wî 6 sal in tê darizandin û heya niha tevli 20 danişînan bûye, lê hê jî biryar nehatiye dayîn. Tîmûr got: "Kurê min 5 sal û 8 meh in girtiye. Dadgeh hê jî didome. Tenê bi îfadeyên şahidên nepen tê sûcdarkirin. Ma mirovek ji ber îdiayeke wisa 6 salan tê ragirtin? Dixwaze ew û şahidê nepen hevrû bibin, lê şahid naynin dadgehê. Paşê gotin dê îfadeyên şahidên nepen nebin delîl, lê vê carê jî bi hinceta agahî kêm kin tim taloq dikin."    ‘EM JI BO HER KESÎ DOZA HIQÛQÊ DIKIN'   Tîmûr, destnîşan kir ku armanca wî ya tevli Nobeda Edaletê bûye, ew e ku bêhiqîtiya li Tirkiyeyê bi dawî bibe. Tîmûr got: "Tenê ne ji bo kurê xwe, ji bo hemû girtiyên nexweş, girtiyên înfaza wan hatine şewitandin û darizandineke adil ez li vira me. Em dixwazin demildest girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan. Em ji bo edalet pêk bê û daraza welêt hiqûqê esas bigire têdikoşin. Kurê min xistine odeya jê re dibêjin 'odeya bombekaran'. Ji roja şewb dest pê kiriye heya niha tenê carekê destûr hevdîtina vekirî dane. Lê ji ber ku 3 meh in cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn, hevdîtina vekirî tune ye. Jixwe mafê wî yê spor û sohbetê hatine binpêkirin."    Bav Tîmûr, bang li Wezareta Dadê kir û got: "Bila dadger bibêjin, 'me li vî welatî ji bo kurdan edaletê daye sekinandin.' Dûrîtiyek wisa nabe. Li gor pîvanên xwe yên hiqûqê hereket nakin. Bila Wezîrê Dadê destê xwe deyne ser wijdanê xwe û tiştên li girtîgehan diqewimin bibîne. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan û girtiyên siyasî yên kurd li dadgehan bi awayekî adil bên darizandin. Em pêkanînên dijhiqûqî yên dewletê qebûl nakin. Lewma em niha vê çalakiyê li dar dixin. Edalet ji bo dizan û kesên gendeliyê dikin heye, lê ji bo kurdan tune ye. Li vî welatî edalet tune ye, ger hebûna 70 roj in me yê li vira nobed negirtana. Heya em bi ser bikevin dê têkoşîna me bidome. Ji lew re li ber gelê kurd wekî din tu rê nehiştine."