Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin 2022-02-19 09:10:59 RIHA - Zimanzan Samî Tan anî ziman ku parastina ziman peywireke wîcdanî ye û wiha got: "Mirov bi zimanê xwe azad û keyfxweş e. Berhemê xwe divê em bi kurdî bidîn, xebatê xwe bi kurdî bikin. Bi vî awayî em dikarin bibin xwe û azad bibin." Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 17’ê Mijdara sala 1999’an de 21'ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand. Ji wê salê heta niha ji bo mirov li zimanê dayikê xwedî derkevin û teşwîq bikin çalakiyên ziman tên lidardixin. Lê li Tirkiyeyê pîrozbahî, perwerdehiya kurdî û zimanên din hatiye qedexekirin. Li Tirkiyeyê bi xala 42'emîn a Destûra Bingehîn, ji xeynî zimanê tirkî hemû ziman hatine qedexekirin. Li gorî vê xalê li Tirkiyeyê zimanê fermî tirkî ye. Wekî din hemû zimanên din qedexe ne û li dijî fermîbûnê ne.  Li aliyê din ji ber qanûnên dewletan heta niha li ser rûyê cîhanê ji sedî 40'ê zimanan tune bûne an tune dibin. Li gorî malpera Ethnologue ya xebatê ziman dimeşîne li Tirkiyeyê 39 ziman tên axaftin. Lê niha tenê tirkî fermî ye. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon xelkê kurd heye lê kurdî hêj qedexe ye. Di sala 2016'an de hemû sazî û dezgehên ku ders û xizmeta zimanê kurdî dikirin hatin girtin.    Zimanzan Samî Tan ku bi salan e li ser zimanê kurdî xebatê dike, derbarê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku parastina ziman peywireke mirovahiyê ye.      'PARASTINA ZIMAN PEYWIREK E'    Tan diyar kir ku windabûna her zimanekî tê wateya kêmbûna kelepûra mirovahiyê ye û wiha got: "Windabûna her zimanekî tê wateya xizanbûna çanda mirovahiyê. Ji ber wê yekê jî divê li hemberî van polîtîkayan her kes bisekine. Berê ev erdnîgarî wekî bexçeyekî gula bû û her reng û ziman lê hebûn, lê hêdî hêdî ev bexçe dibe goristana zimanan. Li hemberî vê yekê divê xebat werin kirin. Ev peywireke wîcdanî ye. Ji bo mirov bêjin em azadî dixwazin, em demokrat in, em mirov perwer in, parastina ziman jî peywirek e. Ji ber vê yekê pêwîste di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de her kes ve rastiyê bibîne û li gorî vê rastiyê tevbigere."   'REWŞA KURDÎ NEBAŞ E'    Tan bal kişand ser erdnîgariya Tirkiye ku berê nêzî 30 zimanî lê dihatin axaftin lê niha ev hejmar gelek kêm bûye û got: "Niha tirkî li hemû qadan serdest bûye. Wisa bidome dê zimanên din jî hêdî hêdî winda bibin. Dor li wan teng dibe, her diçe lawaz dibin û gelek ji wan jî ji holê rabûne. Yek ji wan jî Ûbihçe ye. Wekî zimanekî nimûneyî bû lê piştî axivêrê wê dawî Teyfîk Esenç jiyana xwe ji dest da, kes bi wî zimanî neaxivî. Gelek ziman di heman rewşê de ne. Mixabin li gorî rapora UNESCO’ye zimanek ji van jî zaraveyê dimilkî yê kurdî ye. Ev xetere li ber kirmanckî yanî dimilkî ye jî. Ji bo kurdî jî em dikarin bêjin. Teybetî di nav sînorên Tirkiyê de rewşa kurdî ne baş e. Her diçe qad lê teng dibe derfetê pêşketinê rê li ber te girtine û bi teybetî malbat ji zarokê xwe êdî bi vî zimanî perwerde nakin. Dema zimanek nebe zimanê zarokan, zarok pê nepeyivîn, mezin nebin temenê wî zimanî kurt dibe."   'LI TIRKIYÊ YEKPERESTÎ HEYE'    Tan bi bîr xist ku li Tirkiyê di hêla zimanan de polîtîkayek yekperestî heye û wiha berdewam kir: “Netew dewlet, dibêje dema zimanekî cuda hebe tê wateya ku em dibêjin 'bi wî zimanê netewek çêbe, ew netew ji wê dewleta xwe ava bike’.  Li ba xwe dibêjin ji bo tirkî parçe nebe divê ew çand û zimanê heye ji holê rabin, tenê zimanê tirkî bimîne. Mantik ev e, ev mantik bingeha xwe ji Şoreşa Fransayê digire. Ji wê demê vir tê. Li cîhanê ev rewş guherî, pirçandî, pirzimanî tiştekî baş tê dîtin, li ser wê bingehê êdî perwerde tê dayîn. Civakên demokratîk li ser vê yekê qanûnan çê dikin û di destûra bingehîn de cih didinê û perwerdeyê didin. Lê mixabin ev zîhniyeta yekperestî li Tirkiyê berdewam dike."   'ZIMAN MESELEYEK ÇANDÎ Û SIYASÎ YE'   Tan anî ziman ku meseleya ziman bi qasî ku meseleyek çandî ye ewqas meseleyek siyasî ye jî û got: “Ew helwesta siyasî divê were guhertin, ew jî bi têkoşîneke demokratîk dibe. Xebatê parastin û pêşxistina kurdî, têkoşîna demokrasîyê Tirkiyê ye. Mafek demokratîk e. Kurd heke dixwazin zimanê xwe winda nekin, divê bi her awayî li zimanê xwe xwedî derkevin. Divê zarokên xwe bi wî zimanê xwe perwerde bikin. Êdî ew derfet hene. Divê tu kes ji vê ne reve. Gelek malbat hene bi xwe tirkî nizanin lê bi zarokên xwe re bi tirkî xeber didin. Ev rewşek xerab e. Divê ev zîhniyet biguhere. Wekî din jî divê plan û bernameyek bi rêk û pêk ji bo pêşxistin û parastina zimanê kurdî were derxistin. Ev ji bo zimanên din jî dibe mînak. Têkoşîna kurdan di hêla ziman de ji bo gelê din jî dibe mînak. Her gel divê karibe bi zimanê xwe, çanda xwe biparêz e."   'PLANSAZIYEK BI RÊK Û PÊK HEWCE YE'    Tan bal kişand ser girîngiya xebatê li ser ziman ku di nav gel de tên meşandin û wiha got: “Divê her kes ji bo pêşxistin û parastina zimanê kurdî peywir bigire. Bi çend evîndarên xwendina kurdî, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar ev pisgirek çareser nabe. Ev kes çiqasî dengê xwe bikin jî kêr nayê. Divê xebat bikevin nava gel. Platform, saziyên ku hatin avakirin heya niha çend malbat ziyaret kirin? Xebatên xwe çiqasî xistine nava gel? Li jor dimîne, nakeve nava gel. Li ser bernameyekî nayê meşandin. Tenê em bêjin li gorî hinek rojê teybet ew xebat tên kirin. Ew xebat ji têrê nake. Divê bernameyeke me ya hînkirina zimanê kurdî, perwerdê hebe. Divê bernameyeke ji bo geşkirina zimanê kurdî hebe. Li alîyekê din ji divê bernameyêke me di hêla dîplomasî û siyasetê de jî hebe. Ev astengiyên li ber zimanê kurdî û zimênên din divê werin rakirin. Ji bo vê jî xebatek bi rêk û pêk divê were kirin. Lazim e xebatek domdar, profesyonel hebe. Tenê bi kampanyayan ev kar nayê meşandin. Divê em hedefekî bidin ber xwe. Cihekî mîna Amedê lazim e hedefek hebe û bêjin em ê di ewqas demê de serdana ewqas malbatan bikin. Em ê bi wan re bipeyivin, xebatê wiha bikin, em ê ewqas zarok perwerde bikin, ziman hînî wan bikin. Ancak bi vî awayî xebat werin kirin. Ji bo têkoşînek zêdetir xurt bibe divê rêxistinkirin hin were xurtkirin.”   'EM BI ZIMANÊ XWE DIKARIN BIBIN XWE'    Tan berdawamiya axaftina xwe de li ser parastina ziman û çanda kurdî sekinî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Parastina ziman û çanda peywireke ehlaqî, wîcdanî û mirovî ye. Mirov bi zimanê xwe azad û keyfxweş e. Ji bo vê yekê jî divê her kes li zimanê xwe xwedî derkeve. Ez dixwazim gotinê xwe  bi peyvê helbestvanê kurd Xanay Qubadî bi dawî bikim. Helbestvan dibêje, 'Erê raste dibêjin Farisî şekirê lê li ba min kurdî jî Farisî şîrîntir e'. Ji ber ku her mirov bi zimanê xwe keyfxweş e. Divê em jî bi zimanê xwe keyfxweş bin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Berhemê xwe divê em bi kurdî bidin, xebatên xwe bi kurdî bikin. Bi vî wî awayî em dikarin bibin xwe û azad bibin."   MA / Emrullah Acar - Mujdat Can