Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene 2022-02-18 16:26:56   STENBOL - Meleyên endamên DÎAYDER’ê ku tên darizandin diyar kirin ku ew peyvên ku wek sûc hatine dîtin di Qûrana ku Diyanetê bi kurdî derxistiye de jî cih digirin û baweriya wan tê darizandin.    Li dijî meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Meleyan (DÎAYDER) di 3’yê tîrmehê de operasyona binçavkirinê hatibû kirin û 28 kes hatibûn binçavkirin. Tevî Serokê Komeleyê Ekrem Baran 8 kes di 9’ê tîrmehê de hatibûn girtin. Baran jî di nav de 8 jê girtî 23 kes îdiayên wek “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” tên darizandin. Derbarê 5 kesan de jî biryara dozvenekirinê hat dayîn. Danişîna ewil a doza meleyan li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê dest pê kir. Serokê DÎAYDER’ê Mele Ekrem Baran, endamên komeleyê Hafît Tunç, Nezîr Erdemcî, Mehmet Emîn Aslan, Sefa Mehmetoglu, Aydin Ayhan û Mehmet Înan ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ne bi riya SEGBÎS’ê beşdarîdanişînê bûn.    Endamên DÎAYDER’ê yên di hepsa malê de jî li eywana danişînê amade bûn. Parlamenter û rêveberên HDP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û komek parêzer danişînê dişopîne.    XWEST DOSYE BIBIN YEK    Piştî tespîta nasnameyan parêzeran Ayşe Aciniklî anî ziman ku ew dixwazin dadgeh dosyeyên derbarê meleyan de bikin yek. Aciniklî da zanîn ku lêpirsînên derbarê meleyan de hatine vekirin lêpirsînên dubarekirî ne û nayê qebûlkirin du dosyeyên ango lêpirsînên ji hev werin vekirin.    TAWANBARKIRINA XUTBEYA KURDΠ   Aciniklî xwest ku mele demildest werin berdan û got: “Di vê dozê de komele tê îlegalîzekirin. Xwendina xutbeya kurdî, weazên hatine dayîn dikin sûc. Ev binpêkirina azadiya ol û wîjdanê ye. Gotinên di çalakî û şahiyan de hatine kirin divê di çarçoveya azadiya derbirînê de li ber çavan were girtin. Lewma tu sûcek li holê nîne.”   Pişt re parêzer Serhat Çakmak û Firat Epozdemîr jî axivîn û îdiayên mele pê tên tawanbarkirin li dijî hiqûqê ye.   JI BER XEBATAN TÊN DARIZANDIN    Parêzer Banû Guveren Aslan jî anî ziman ku miwekîlên wan ji ber fikr û ramanên xwe û xebatên xwe tên tawankirin û ev yek nayê qebûlkirin. Aslan da zanîn ku delîlên ji bo tawanbariya meleyan hatine nîşandan li dijî hiqûqê ne.    Dozger jî îdia kir ku delîlên nîşan dane ne li dijî hiqûqê ne û delîlên wek li dijî hiqûqê tên nîşandan dê di dawiya darizandinê de binirxîne.    SÛCDARIYA KARTÊN ŞAREDARIYÊ   Serokê DÎAYDER’ê Ekrem Baran axivî û destnîşan kir ku komeleya wan ji tu kesî fermanê negirtiye û got: “Komeleya me piştevaniya madî û manevî esas digire. Li gorî mezheba şafî xebatan dike. Saziyek serbixwe ye. Tu eleqeya wê bi KCK’ê re nîne.”   ALÎKARÎ LI FEQÎRAN HATIYE BELAVKIRIN    Baran têkildarî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê endamên komeleya wan girtiye kar jî wiha got: “Şaredariyê ragihand ku wê gelek kesan bigire kar. Li gorî qanûnan serlêdana girtina kar hatin kirin. Meleyên ku şafî ne ketin kar. Em li vir spasiya wan jî dikin. Me ji Şaredariyê xwest ku ji bo 600 malbatan alîkariyê bike. AKP berê alîkarî bi 300 malbatan re kiribû. Me jî wan kartên ji şaredariyê hatin, li malbatên kurd,Baybûrdê û Gîresûnê ku feqîrin belav kir. Me li nêrîna siyasî ya tu kesî mêze nekir û kartan belav kir.”   SERÎ LI DIYANETÊ DANE    Baran diyar kir ku alîkariya ji bo malbatan kirine nabe ku bibe sûc û wiha domand: “Şahidên me hene ku me vê alîkariyê ne li gorî nêrîna siyasî kiriye, me li gorî xizaniya malbatan belav kiriye. Em tenê feqîran fikirîn û tevger kir. Wek nimûne, me serlêdan kir ku mescîda li Bagcilarê bi Diyanetê ve were girêdan. Diyanetê meleye şafî tayîn nekir. Bi heman rengî Diyanetê meleyê henîfî tayînî mescîdê kir. Me ji bo hemû mescîdan serî li Diyanetê da. Heke qebûl bikira, wê niha komeleya me di bin banê Diyanetê de xebat bikira.”    ‘PEYVÊN KURDÎ DI QÛRANA DIYANETÊ DE JÎ HENE’    Baran destnîşan kir ku xutbe û weazên bi kurdî hatine terorîzekirin û got: “Tê gotin ku peyvên me gotine li gorî termînolojiya rêxistinê hatine gotin. Qûranek ku Diyanetê bi kurdî derxistiye heye. Vekin em lê binêrin, peyvên ku em jê tên sûcdarkirin, hemû di Qûranê de hene. Tawanbariyê li ser xwe red dikim û dixwazim werim berdan.”    BÊYÎ LI RENG Û NASNAME BINÊRIN KART HATINE BELAVKIRIN    Pişt re serokê dadgehê Akin Gurlek pirsên ku DÎAYDER komeleyek û xebatên wê çawa ne, girêdanek wê bi Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) re heye an na û kartên ku Şaredariyê daye wan pirs kir. Mele Ekrem Baran destnîşan kir ku DÎAYDER ne girêdayî DÎK’ê ye û got: “Kartên ku hatin me dan endamên xwe û min got bêyî ku hûn li nasname û rengên wan binêrin belav bikin.”    EW PEYV DI AYETAN DE CIH DIGIRIN    Pişt re parêzer Firat Epozdemîr axivî û diyar kir ku di doznameyê de hin peyvên kurdî wek sûc hatine nîşandan û ev peyvên ku tên gotin di Qûrana Diyanetê ku bi kurdî derxistiye de jî hene. Epozdemîr da zanîn ku ev peyvên kurdî di ayetên Qûranê de cih digirin.    BERÊ DI DIYANETÊ DE JÎ XEBITÎ YE    Mele Mehmet Înan ku ji dosyeyê tê darizandin jî anî ziman ku wî lig elek cihan xizmeta olê kiriye û berê ew girêdayî Diyanetê jî xebitî ye. Înan da zanîn ku pereyên ku bûne mijara sûcdariyê ne ji aliyê wî ve hatiye berhevkirin û ew pereyên ji xelkê hatine komkirin ji bo xizmeta mescîdê bûne. Înan anî ziman ku komeleya wan ne girêdayî tu partiyek siyasî ye û gelek partiyên siyasî serdana komeleya wan dikin. Înan destnîşan kir ku îdiayên derbarê ku şaredariyê wî girtiye kar rastiyê nîşan nadin û ew bi awayek vekirî ketiye kar. Înan got divê ev nebin mijara tawanbariyê û wiha axivî: “Di doznameyê de tê gotin kum in pere ji rêxistinê re şandiye. Heke niyetek min wiha hebûya, minê nimreya ÎBAN’ê nexwesta. Komele di warê madî de muhtacî alîkariyê ye. Em di vê çarçoveyê de aydatên xwe didin.”    XEBAT NABIN KU BIBIN SÛC    Înan destnîşan kir ku xebat, beşdariya wî ya daxuyanî û şahiyan, axaftinên wî û serdana wî ya şînan ne sûc e û xwest were berdan û beraetkirin.    Parêzer Firat Epozdemîr ji Înan pirsa, “Tenê we girtin kar, an jî ji aliyên cuda jî kesan girtin kar?” Înan bersiv da û diyar kir ku Şaredariya Stenbolê gelek kesên xirîstiyan, yahûdî û elewî wek gassal dixebitin girtiye kar.    Dadger saetek navber da danişînê.