Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-02-18 15:49:26   RIHA - Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç ku di 18'ê sibata 1993'an de hatibû kuştin, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç, di 18'ê sibata 1993'an de dema ku diçû mala xwe ya li gundê Qulinçê, di têketina gund kesên ji torosa spî pê bûye bûn gule lê reşandin û ew kuştin. Kiliç, li ser gora xwe ya li Goristana Abdûrrahman Dede hat bibîranîn. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, xizmên Kiliç û hempîşeyên wî tevlî bîranînê bûn.    Hevserokê HDP'a Rihayê Ziya Çalişkan, di bîranînê de axivî û wiha got: "Xwendekarên Huseyîn Denîzan, Nazim û Kemalan ala ku li dijî her cure neheqiyê dewr girtine bilind dikin. Hêzên tarî vala neman lê di tarîtiya xwe de fetisîn. Hûn bi ronahiya xwe di nav me de ne."    'EM Ê JI BÎR NEKIN'   Piştî Çalişkan Hevserokê DFG'ê Serdar Altan axivî. Altan, bi bîr xist ku di ser kuştina Kiliç re 29 sal derbas bûne û wiha got: "Kuştina Kemal mîna duh pêk hatibe di hişê me de ye. Salên 1990'î salên tarî bûn. Binpêkirinên mezin pêk dihatin. Çapemeniya azad jî ji bo ragihandina vê hewl dida. Ji bo dengê gelê kurd ragihîne dinyayê dixebitî. Cengîn Altûn, Hafiz Akdemîr, Apê Mûsa, Huseyîn Denîz û Kemal Kiliç hevalên me yê di xebata pîroz de cih girtibûn. Rexmî hemû gef, zext û êrişan jî xebatkarên çapameniya azad têkoşîna xwe domandin. Kemal Kiliç, di têkoşîna mafê mirovan û rojnamegeriyê de pêşengiya gel dikir. Bi hovîtî hat kuştin. Di salvegera 29'emîn de em bejna xwe li ber ditewînin. Em ê ne Kemal Kiliç ne jî hevalên xwe yên din ji bîr nekin û têkoşîna wan bidomînin."   Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî axivî û qala têkoşîna rojnamegeran a ji salên 1990'î heta niha kir.    Piştî axaftina beşdarên bîranînê qurnefîl danîn ser gora Kiliç û wî bi bîr anîn.