Li Rihayê 15 kes hatin berdan 2022-02-18 15:40:07   RIHA - Li Rihayê 15 kesên ku di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dabû destpêkirin de di 15’ê Sibatê bi serdegirtina malan de 15 kes hatibûn binçavkirin. 15 kesên ku di nava wan de sûriyeyî jî hebûn, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin kirin. 15 kesên ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin wergirtin, hatin berdan.