Serdana malbata hevxemên xwe kirin 2022-02-18 15:12:07   RIHA - Malbatên ku zarokên wan di qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, serdana Malbata Şenyaşar ku hevxemên wan e, kirin.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 347’emîn de berdewam dike. Malbatên ku zarokên wan di qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane û ji bo dozê li Rihayê bûn, serdana Malbata Şenyaşar kirin. Malbata Şenyaşar, malbatên Pirsûsê ku ew jî bi salan e edaletê dixwazin pêşwazî kirin.    Di serdanê de Fethî Aydin ê bavê Çagdaş Aydin ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest da axivî û got ew piştigiriya têkoşîna malbatê dikin û wê her tim li cem nobeda wan birûmet cih bigirin. Aydin da zanîn ku xema wan û malbata Şenyaşar yek e, ew wek malbatên Pirsûsê ji malbata Şenyaşar û ji bo doza xwe edaletê dixwazin.    Ferît Şenyaşar jî axivî û anî ziman ku sedema krîzên li Tirkiyê bêedaletiye û ew ji bo malbata xwe, ji bo malbatên Pirsûsê û her kesî re edaletê dixwaze.    Malbatê Pirsûsê kêliyek li gel Ferît Şenyaşar nobed girtin û pişt re ji bo şopandina doza qetlîama Pirsûsê derbasî eywana dadgehê bûn.