Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne 2022-02-18 13:55:40   STENBOL – Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî destnîşan kir ku tu daxwazên wan nayê qebûlkirin û ew bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû mane. Parêzerên dozê jî gotin dadgeh dixwaze ku parêzer jî wek wan tevger bikin.    Rêveberên Weqfa Tahîr Elçî û parêzerên malbata Elçî têkildarî pêvajoya darizandina doza Elçî li restorandek li Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û parêzerên dozê beşdarî civînê bûn.    Destpêkê Turkan Elçî axivî û destnîşan kir ku ew lêgerîna edaletê dişibînin rêwîtiyekê û wiha got: “Ev rêwîtiya heq e. Ez baş dizanim ku xwesteka mexdûr a di vê rêwîtiyê de ji aliyê dadgehê ve li ber çavan nayê girtin. Her çiqas em dibêjin bila sûcdar were darizandin û vê daxwaza xwe bi israr tînin ziman jî lê hewldanên parêzeran û malbatê bi tenê têr nake. Ji bo darizandina sûcdar divê daraz hebe. Em di vê rêwîtiya xwe de di nîvê rê de man. Me dizanibû ev rêwîtî zehmet e lê dîsa me xwest em bi hêvî bin.”    DAXWAZ NEHATIN QEBÛLKIRIN    Elçî da zanîn ku wan div ê rêwîtiyê de danişînek şikestina nîzamî dîtine û di danişînan de tu daxwazek wan nehatiye qebûlkirin û bi gefa ji eywanê avêtin re rûbirû mane. Elçî diyar kir ku li gel vê yekê jî ew bi hêvî dixwazin vê rêwîtiya xwe berdewam bikin û wiha got: “Salek û nîv e danişîn didome. Derdora me bi polîsan dorpêç dikin. Di her danişînê de me vê yekê hîs kir. Dema dozê dest pê kir, me texmîn kir ku em ê bi tiştên wiha re rûbirû bimînin. Lê divê hiqûqzanek bi pêşdaraziyan tevger neke. Divê em pêşdaraziyên xwe deynin aliyekî û tevger bikin. Lê em piştî salek û nîvê dikarin viya baş destnîşan bikin ku heta niha daxwazên me anîne ziman yek ji wan nehatiye qebûlkirin. Em dikarin dubare dubare girîngiya vebêjin. Çimkî Tahîr Elçî hiqûqzanek heta dawiyê li dijî tundiyê bû û parêzvanê mafê mirovan bû. Civak jî bi viya baş dizane. Belkî jî sedemek ku me bi hêz li ser piya digire jî ev be.”    DADGEHA ENGÎZÎSYONÊ    Elçî anî ziman ku di danişînan de dadgeh bi qasî wan ne di wê pozîsyona ku civakê bifikire de ye û herî zêde jî ev rewş wan xemgîn dike. Elçî destnîşan kir ku dema ew li dadgehê dinêrin, bi dadgehek engîzîsyonê re rûbirû mane û wiha got: “Heke raporên li Îngîlistanê hatin amadekirin nebûna belkî dozê dest pê nekira jî. Lê piştî van raporan 4 sal û nîv şûn ve dozê dest pê kir. Min berê jî got hindik be jî baweriya min bi edaletê tê. Lê qonaxa ku em gihîştinê doz wiha bi rê ve naçe. Dilê me dixwest ku heyeta dadgehê jî bi qasî me vê dozê girîng bidîta. Ewropa ji dadgehên engîzîsyonê dersan derdixe û li gorî vê tevger dike. Lê belê li Tirkiyê çi dike? Mîna dadgehê engîzîsyonê tevger dike û ez difikirim dozê bixe nava rûpelên reş ên dîrokê.”    ‘DADGEH DIXWAZE KU EM MÎNA WAN TEVGER BIKIN’    Ji parêzerên dozê Orhan Kemal Cengîz jî diyar kir ku dadgeh têkildarî doza Tahîr Elçî her tiştî bêdil dike û got: “Dadgeh her tim her tiştî piştguh dike. Ji me jî dixwaze ku em wek wan tevger bikin. Ji me jî dixwazin em bibin wek wan. Lê em dixwazin destên tarî yên li ser dozê werin rakirin. Em dixwazin heqîqet derkeve holê. Dixwazin dozê wek dozek înfaza bêdaraz bihêlin. Lê em ê destûrê nedin vê yekê.”    ‘CIVÎNA LI AMEDÊ NEHIŞT KU BÛYER RONÎ BIBE’    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî destnîşan kir ku 4 sal û nîv lêpirsînê bi dawî nekirin û di vê pêvajoyê de darazê tiştên ku xwest niha bike wê demê nîşan da. Eren got lêpirsîna dozê bi awayek têr û tije û bi bandor nehat kirin. Eren anî ziman ku piştî Tahîr Elçî hat qetilkirin li Amedê civînek ewlehiyê hatiye lidarxistin û got: “Bi rastî em difikirin ku biryara neronîkirina vê cînayetê di vê civînê de hatiye girtin. Îdianameya ku piştî 4 sal û nîvan derket, îdianameyek pir vasat bû. Lê di îdianameyê de tiştek derket holê. 2 polîs hatin kuştin, lê derbarê wan de doz nehat vekirin. Bi rastî jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê xwest van her du bûyeran bi hev re binirxîne û lêpirsînê veke. Ji destpêka lêpirsînê ve me dît ku bi dixwazin sûc bixin stûyê endamên rêxistinê. Di vê dozê de şahid hebûn. Lê van kesan di rûniştinan de anîn ziman ku çawa îşkence li wan hatiye kirin û dozgeran bi kîjan sozan wan xapandiye. Ji bo ku rastiya bûyerê derkeve holê pêwîstî bi îradeyek siyasî heye. Berevajî vê wê tu rastî bi destê dadgehê dernekeve holê.”    Pişt re parêzerên din behsa tiştên beriya cînayetê û piştî cînayetê qewimîne kirin. Parêzeran pirsên rojnamevanan nirxandin û banga beşdariya danişîna dozê ya ku bê kirin.