Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr' 2022-02-18 09:00:52 WAN-  Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê navê Navenda Çandê ya Nûdayê guherand, kir Navenda Çandê ya Hacibekîr.  Qeyûmê tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, navê kompleksa çandê Navenda Çandê ya Nûdayê ku berê 49 xebatkarên wê ji kar derxistibû guherand, kir Navenda Çandê ya Hacibekîr.    Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci, destnîşan kir ku feraseta redkar ku tabeleyên navên kurdî yên gundan li ser bûn rakirin û wisa êrişî çand û ziman dike, texrîbatên mezin dike û got: "Li hember me feraseteke ku bi dijminatî êrişê dibe ser çand û ziman heye. Heya ev feraset li wir be, dê navê navendên çandê biguherîne, dê her tişt bike kavil. Helbet dê hesabê vê yekê bidin gel. Gelê piştî vê pratîkê dê di çarçoveyeke demokratîk de hesabê van tiştan bipirse."