Li Sêrtê 9 kes hatin berdan 2022-02-17 17:55:41   SÊRT – Li Sêrtê Hevseroka TÛAY-DER'ê Muhsîne Ozhan û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de 9 kes hatin berdan.    Beriya salvegera komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li Sêrtê jî gelek kes hatibûn binçavkirin. Di 14'ê Sibatê de di avêtina ser malan de Hevseroka TÛAY-DER'ê Muhsîne Ozhan, rêvebirê komeleyê Necmeddîn Yûr, rêvebirê komeleyê yê berê Resûl Arslan, ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Maşallah Arslan, Taybet Tekîn, Hediye Sûçîn, Vetha Kaçar, Hevseroka HDP'ê ya navçeya Navendê ya berê Emîne Aşkara û Kanîte Dayanan hatibûn binçavkirin.   9 kesên hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Bajêr sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" her 9 kes sewqî dadgehê kirin. Dadgeriya Ceza ya Sulhê jî her 9 kes bi şertê kontrola edlî berdan.