MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin 2022-02-17 17:36:03     AMED - MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikamkî ya Cîhanê kirin. Komele, li bazarê bi belavkirina etîketên kurdî dest bi çalakiyên xwe kir.    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya "21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî" de dest bi bernameya xwe ya "Hefteya Zimanê Zikamkî" kir. Komele li Bazara Jiyanê ya navçeya Rezan a Amedê dest bi bernameya xwe ku dê hefteyekê bidome kir. Beriya bernameyê girse gava bi etîketên navê zebze û fêkiyan li ser nivîsandî û pêşmalkên "Ez bi kurdî dijîm" li ser nivîsandî ber bi bazarê ve çû, polîsan pêşî li ber girt. Lê girseyê bend û astengiyên polîsan derbas kir û heya bazarê meşiya.    Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî li ber bazarê daxuyaniyek da û got: "90 salin zimanê kurdî qedexe ye. Mafê perwerdehiyê yê bi kurdî her tim rastî astengiyan tê. Em, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî, em ê xebatên xwe bidomînin."    Piştî daxuyaniyê li esnafên bazarê etîketên navê zebze û fêkiyan nivîsandî û pêşmalkên li ser bi kurmancî û kirmanckî "Ez bi kurdî dijîm" nivîsandî hatin belavkirin. Esnafekî jî rahişt pêşmalka li ser "Ez bi kurdî dijîm" nivîsandî û bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Kurdî û Kurdistan" girseyê pêşwazî kir.    Girseyê piştî belavkirina etîketan û pêşmalkan esnafan vexwand çalakiyên ku dê hefteyekê bidomin.   Bernameyên MED-DER'ê dê heya 23'yê Sibatê bidomin.