Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin 2022-02-17 16:07:24   WAN - Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê hat destpêkirin 68 roj in didome. Malbatên girtiyan banga mezinkirina piştevaniyê kir.    Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya li Baroya Wanê hat destpêkirin di roja 68'an de didome. Malbatên ku dixwazin girtiyên nexweş bên berdan û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin dest bi nobedê kirin balê dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan. Hevjîna Îbrahîm Alkan (68) ê ku li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê girtî ye Dîlşah Alkan, hevjina Ebedîn Abî yê ku 26 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê girtiyê Zubeyde Abî tevlî nobeda îro bûn.    Dîlşah Alkan di nobedê de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got: "Ji bo pêkanîna edaletê em çalakî li dar dixin. Lê belê edalet nîne. Lê belê divê bê zanîn ku dê berxwedana me bidome. Em daxwaz dikin ku bila girtiyên nexweş bên tedawîkirin û dermanên wan bi rêkûpêk bên dayîn. Bi taybetî jî em daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin. Du meh jortir e nobeta me didome û em di serî de bang li dayik û piştre jî raya giştî dikin ku bila piştgiriyê bidin çalakiya me. Ne tenê dayikek divê hemû dayik tevlî çalakiyê bibin. Ji bo em bibin dengê girtiyan û divê em piştevaniya xwe mezin bikin. Hejmara me çend zêde be dê ewqas dengê me xurt derkeve."