'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’ 2022-02-17 14:05:43   ENQERE - Parêzer Senem Doganoglu di Doza Qetlîama Enqereyê de destnîşan kir ku Tirkiye di nîveka tora ku pere dabînê DAIŞ’ê kiriye de cih digire û xwest şandina vî pereyi were lêkolînkirin.    Li Gara Enqereyê di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê qetlîamek pêk anîbû. Danişîna 14’emîn a doza bersûcê firar Erman Ekîcî ku ji sûcê li dijî mirovahiyê tê darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Gelek parêzer û siyasetmedar beşdarî danişînê bûn. Erman Ekîcî yê bersûc ji girtîgeha lê girtî ye bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Di danişînê de parêzer Senem Doganoglu di Doza Qetlîama Enqereyê de destnîşan kir ku Tirkiye di nîveka tora ku pere dabînê DAIŞ’ê kiriye de cih digire û xwest şandina vî pereyi were lêkolînkirin.    Dadger navber da danişînê.