Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin 2022-02-17 12:41:37   STENBOL - Di doza 6 rojnamegerên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi KHK'ê hatibû girtin de dadgehê xwest mutalaa bê amadekirin.    Danişîna doza derbarê 6 rojnamegerên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi KHK'ê hatibû girtin ji nû dest pê kir li 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnameger tevlî danişînê nebûn û parêzer Ozcan Kiliç lê amade bû. Parêzer Kiliç, daxwaz kir biryara qedexekirina derketina derveyî welat a rojnamegeran bê rakirin. Heyeta dadgehê jî biryara xwe ya naberê aşkera kir û daxwaza Kiliç red kir. Her wiha heyeta dadgehê daxwaz kir ku dozger doznameyê amade bike û danişînê taloqî 7'ê nîsanê kir.