Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan 2022-02-17 11:12:04 WAN - Li Wan û Erziromê 22 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan û li Agiriyê jî herjmara kesên hatin girtin derket 8'an.    Kesên ku li Wan û Erzîromê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Li Agiriyê jî hejmara kesên ku hatibûn binçavkirin û hatin girtin derket 8'an. Lê li bajar hê jî 6 kes di bin çavan de ne. Îfadeyên kesên ku li Qersê hatine binçavkirin jî wê îro bên girtin.    CIWAN HATIN BERDAN   Li Wanê, di 13'ê sibatê de polisan bi ser gelek malan de hatibû girtibûn û endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê Arjîn Tûncer, Ferhat Azan, Rojîn Varhan û Mehmet Şerîf Demîragaç ku ji sedî 90 astengdar jî di nav de 14 kesan binçav kiribûn. Her çardeh kes jî piştî ku sewqî edliyeyê hatin kirin hatin berdan.    6 KES DI BIN ÇAVAN DE NE   Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" 6 kes hatibûn binçavkirin û 5 ji wan hatin girtin û yek ji wan jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Duh serê sibehê dîsa di heman çarçoveyê de polisan bi ser malan de girtibûn û kesên bi navê Kemal Bakir, Ahmet Ozden, Niyazî Ergul, Mehmet Alî Ozdemîr, Dînçer Varol û Ebûbekîr Aladag binçav kiribûn. Tê payîn ku ev her şeş sewqî edliyeyê bên kirin.    8 KES HATIN GIRTIN   Duh di heman lêpirsînê de polisan li navçeya Panosê kesê bi navê Mehmet Emîn Kaçar, li navçeya Avkevir Savaş Taşdemîr, li navenda Agiriyê Ahmet Guneş binçav kiribûn. Her sê kes jî hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Panosê. Bi van re hejmara kesên ku li Agiriyê hatin girtin derket 8'an.    ÎFADEYÊN WAN HATIN GIRTIN   Li Qers û navçeyên wê jî îfadeyên Tûran Altûn ê HDP'î, Rêveberê ÎHD'a Qersê Ziyadîn Can û Endamê Meclisa Şaredariya Dîgorê Yaşar Bûdak ku di 15'ê sibatê de hatibûn binçavkirin li emniyetê hatin girtin û li bendê ye ku îro di nav rojê de sewqî edliyeyê bên kirin.    KESÊN LI ERZIROMÊ HATIN BINÇAVKIRIN HATIN BERDAN   Li navçeyên Qereyazî û Tekmanê yên Erziromê, welatiyên bi navê Bedrettîn Kamiş, Medenî Bîlîz, Şakir Bîlîz, Raşît Karabakan, Melîk Altay, Ferhat Tûran, Rehber Ozyalçin û Nasir Kullî ku di 15'ê sibatê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.