Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin 2022-02-17 09:02:35 RIHA - Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç 29 sal berê hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina wî xizmên wî navê wî li 40 zarokên xwe kirin û bi vî awayî xwedî li bîranîna wî derdikevin.  Di salên 90'î de serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel gelek rojnamevan hedef girtibûn û gotibû "ne rojnamevan in, milîtan in." Yek ji van rojnamevanan jî Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç bû. Kiliç, di 18'ê Sibata 1993'yan de gava çûbû gundê xwe Qûlinçê, berê bigihê gund bi kîlometreyekê hin kesên di wesayîteke spî ya bi markeya Toros ew qetil kiribûn. Piştî qetilkirina Kiliç lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê dosyeya lêpirsînê bêyî ku tiştek bê kirin di 18'ê Sibata 2013'an de ketibû ber demboriyê û hatibû girtin.      NAVÊ WÎ LI 40 ZAROKAN KIRIN   Piştî Kiliçê ku ji ber nûçeyên xwe hatibû qetilkirin, amûrên wî jî hatibûn desteserkirin. Piştî hin liv û tevgerên malbatê, ferdên malbatê hin amûrên wî wergirtibûn lê kaset, daktîlo, pirtûk û gelek materyalên wî yên xebatê nedabûn malbatê. Her wiha şêniyên Qûlinçê û xizmên Kiliç ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî qetilkirina wî navê wî li zarokên xwe yên wê çaxê nû çêbûbûn kiribûn. Xizmên wî kesên jê hez dikirin navê wî li 40 zarokan kiribûn û niha temenên van zarokan di navbera 13-28 salan de ye û bi vî awayî xwedî li bîranîna Kiliç tê derketin.    Birayê wî Mahmût Kiliç ji bo wî got "Çeka herî mezin a birayê min pênûsa wî bû" û biraziyê wî Abdûllah Kiliç (51) jî navê wî li zarokên xwe yên 13 sal berê hatine dinê kiriye.    'EZ Ê BIXEBITIM'   Birayê wî Mahmût Kiliç, anî ziman ku her kesî ji birayê wî hez dikir û di demeke ku her roj rojnamevan dihatin revandin, gef li wan dihatin xwarin û dihatin qetilkirin de biryar daye ku bibe rojnamevan û got: "Li navenda Rihayê mala me tune bû. Kemal, her sibeh zû ji mal derdiket heya serê rêya Kaniya Xezalan bi qasî 2 kîlometreyan dimeşiya û li wir li otobusê siwar dibû û diçû navenda bajêr cihê rojnameyê. Wê demê her roj gef li rojnamevanan dihat xwarinç Hevalekî wî ji bavê min re got, gef li Kemal jî tên xwarin. Lê Kemal got, 'Çi dibe bila bibe ez ê bixebitim.' Qereqolê derbarê wî de agahî berhev dikirin. Doza parastinê kir, lê nehat qebûlkirin. Piştî vê daxwazê bi demeke kurt li wir hat qetilkirin."    ‘EM KUJER NAS DIKIN'   Kiliç, bilêv kir ku li cihê ku birayê wî lê hatiye qetilkirin wê çaxê notirvanê înşeatekê yê bi navê Ahmet Fîdan bûye şahid û piştî bûyerê carekê îfade daye, lê paşê hew xeber ji Fîdan girtine. Kiliç, anî ziman ku piştî bûyerê bi 5 rojan esker hatine mala wan û çi eşyayên Kemal hebûne hemû birine û got: "Pirsên wekî 'Meseleyeke Kemal a keçikan hebû yan na?' Xwestin bi vî awayî berê meseleyê bidin cihekî din. Gelek caran îfadeya me girtin. Wekî ku vedikolin xwe nîşan didan. Lê me kujer nas dikir." Kiliç, destnîşan kir ku çeka bi marka Ceska ya Kemal pê hatiye kuştin di 24'ê Kanûna 1993'yan de li Êlihê di operasyoneke Hîzbûllahê de li ser kesê bi navê Huseyîn Gunay hatiye zevtkirin û yê ev ji wan re gotiye jî fermandarê qereqolê yê wê demê bûye û got: "Ji me re gotin, me kujer zevt kiriye. Lê dosye ket ber demboriyê."    BI HEZARAN KEMAL ÇÖBÜN!   Kiliç, destnîşan kir ku yên Kiliç kuştine çapemeniya azad hedef girtine, lê kujer negihaştine armanca xwe. Kiliç, got: "Çeka Kemal tenê pênûsa wî bû. Kemal kuştin, lê bi hezaran Kemal çêbûn. Li gund û Sûriyeyê herî kêm navê nêzî 40 zarokên temenê wan di navbera 13-25 salan de Kemal e. Ew ji bo me bû îdol. Niha gava em çav xebatkarên çapemeniya azad dikevin, wekî me Kemal dîtibe. Dê pênûsa Kemal tu carî li erdê nemîne. Ev pênûs dê tu carî bêdeng nebe."    HER KESÎ JÊ HEZ DIKIR   Biraziyê wî Abdûllah Kiliç ku gava Kemal Kiliç hatiye kuştin ew 23 salî bûye, anî ziman ku navê Kemal li zarokê xwe yê ku 13 sal berê çêbûye kiriye. Kiliç, diyar kir ku têkiliya di navbera wan de ji ya ap-biraziyê wêdetir bûye û got: "Hevaltiyeke me ya 23 salan hebû. Em bi hev re mezin bûn. Diyaloga Kemal pir xweş bû. Her kesî jê hez dikir. Li gund xebata palûteyî birêxistin kiribû. Diçû aliyê her kesî dikir. Mirovekî pir bi edalet bû. Sohbeta wî pir xweş bû. Gava hat qetilkirin heya demeke dirêj mirovan mirina wî qebûl nedikir. Mirovan hingî jê hez dikir, bawer nedikirin."    Birazî Kiliç, destnîşan kir ku di şexê Kemal Kiliç de ya hedef hatiye girtin "heqîqet" bûye û got<: "Kemal xirabiya mirovan nedixwest. Di navbera mirovan de pira aştiyê bû. Rast xeber dida û rast jî jiya."    MA / Emrûllah Acar