Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê 2022-02-17 01:00:00   EDENE  – Kes an jî hin kesên nasnamenediyar êriş birin ser avahiya HDP'ê ya navçeya Yuregîr a Edeneyê. Pêşî çekê, bi dû re jî bi madeyên teqemeniyê êriş birin ser avahiya partiyê.    Kes an jî hin kesên nasnamenediyar bi çekê êriş birin ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Yuregîr a Edeneyê. Ên êriş birin ser avahiya partiyê, piştî êrişa bi çekê madeyên teqemeniyê avêtin avahiyê. Agir bi şaneşîna avahiya partiyê ket.   Piştî welatiyên li derdorê gihaştin cihê bûyerê, agir hat tefandin û HDP'î jî hatin avahiya partiyê haya polîsan bi bûyerê xistin.