Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin 2022-02-16 18:32:40 ŞIRNEX - Li midûrîyeta polîsan îfadeya rojnamevan Zeynep Dûrgût hat girtin. Di îfadeyê de bi beyanên "şahidên nepen" kar û barê rojnamevanîyê yê Dûrgûtê dane ber lêpirsînê. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût di 14'ê Sibatê de di avêtina ser malê de li Cizîrê hatibû binçavkirin. Îro li midûriyeta polîsan îfadeya Dûrgûtê hat girtin. Hat hînbûn ku di îfadeyê da parvekirinên li ser medyaya sanal ên Dûrgûtê jê hatine pirsîn. Her wihat hat diyarkirin ku Dûrgût bi beyanên "şahidên nepen" hatiye binçavkirin. Hat hînbûn ku midûrîyeta polîsan bi beyanên "şahidên nepen" kar û barên rojnamevaniyê yên Dûrgûtê dane ber lêpirsînê. Tê payin ku Dûrgût sibê sewqî Edliyeya Şirnexê bê kirin.