Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da 2022-02-16 15:41:12   EDENE - Platforma Jinan a Edeneyê bertek nîşanî rapora ku ATK’ê ji bo Tûglûk amade kir da û xwest hemû girtiyên nexweş werin berdan.    Platforma Jinan a Edeneyê, bertek nîşanî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ya Berê Aysel Tûglûk a teşhîsa nexweşiya demansê danîne ser amade kir da. Jinên ku li pêş Şaxa PTT’ê ya Cûmhûriyetê hatin gelhev, li vir daxuyanî dan.    ‘LI DIJÎ ZANÎSTA TIP’Ê YE’   Sevîl Araci Bek a li ser navê platformê axivî, bertek nîşanî rapora ATK’ê da û wiha got: “Nehat dîtin ku girtina Aysel Tûglûk ji bo tenduristiya wê û jiyana wê çiqas di xetereyê de ye. Raporeke alîgir hatiye amade kirin. Rapora ku tevî nexweşiyan weke ku ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ hatiye amadekirin li dijî zanîsta TIP’ê ye.”   ‘LI GOR HIQÛQ ZANÎSTÊ TEVBIGERIN’   Bek, destnîşan kir ku tevî bangên hatine kirin, qasî ku bêdengiya desthilatê dirêj bibe ji bo Tûglûk wext kêm dibe û wiha axivî: “Dîroka têkoşîna me ya mafên mirovan dide nîşan dan ku hemû pirsgirêkên li nexweşxaneyan bi piştgiriya kesên li derve bi awayekî mayînde tên çareserkirin. Di van rojên ku rûmeta mirovahiyê kirine bin piyan de, divê di serî de Aysel Tûglûk ji bo hemû girtiyên nexweş bên berdan û bên dermankirin em dengê xwe bilind bikin. Em careke din bang li rayedarên ku ev pêvajoya bêhiqûqî îmze kirine li gorî hiqûq û zanîstê tevbigerin. Ji bo ku Aysel Tûglûk were dermankirin divê demildest azad bibe. Em banga piştevaniya xwe dubare dikin.”   Piştî daxuyaniyê jinan ji Tûglûk re qertên piştevaniyê şandin.