Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin 2022-02-16 14:09:23   AMED - Baroya Amedê, ÎHD û OHD'ê ji bo ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê îşkenceya li girtiyan hatiye kirin, giliyê berpirsiyaran kirin.   Baroya Amedê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê têkildarî îşkence, gef û tundiya ku li Girtîgeha Amedê ya Jimara 3'yan a Tîpa T'yê li girtiyan hatiye kirin, daxuyanî dan û gilî kirin ku berpirsiyar werin cezakirin.    Saziyan beriya gilî bikin li ber avahiya Dadgeha Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Serokê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn û gelek parêzer amade bûn.    Endamê OHD'ê parêzer Şemdîn Şahîn daxuyanî xwend û bi bîr xist têkilî binpêkirina mafan gelek kesan serî li wan dane, bi heft girtiyan re hevdîtinê kirine û girtiyan ji wan re gotine, gardiyan îşkenceyê, tehdê û dijûnan li wan dikin. Şahîn destnîşan kir ku ew ê jî giliyê wan berpirsiyaran bikin ku sûcê îşkenceyê, tehdê û dijûnan dikin.