Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin 2022-02-16 12:25:14   RIHA - Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 345’emîn de jî berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de malbatê diyar kir ku dê li hemberî zilmê serê xwe netewînin.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin kuştin. Her wiha kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo ku kujer bên girtin û darizandin, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 345 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar îro jî ji navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên endamên malbatên yên hatine qetilkirin vekirin.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û wiha got: “Kesê li milê rastê walî ye. Bang li geştyaran dike û ji bo serdana destpêka dîrokê anku Girê Miraza, wan vedixwîne vî bajarê qedîm. Kesê li rexê çepê jî serdozgere ku li pêşiya Edliyeya Rihayê dîrokê dinivîse. Tûrîstên ku dixwazin şahidiya dîrokê bikin, tên ber deriyê edliyeyê. Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin.”