Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn! 2022-02-16 09:03:01 ENQERE - Zemên ceyranê, barê fatûreyên astengdaran ku sendeliyên wan ên ceyranê hene, giran kir. Astengdar Fedekar Ozdemîr got: "Ev tecrîda herî mezin e."  Zemên ceryanê, bandorek mezin li welatiyên astengdar ên sendeliyên bi ceryanê bi kar tînin jî kir. Li Enqereyê Fedekar Ozdemîr ê 48 salî, sendeliya bi aku bi kar tîne. Ozdemîr, divê rojê 12 saetan şarjê li sendeliya xwe bar bike.    Ozdemîr, diyar kir ku di jiyana xwe ya rojane de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne û got: "Zemên ceryanê bandorek nebaş li me dikin. Em vê yekê di hin platforman de tînin ziman, lê dengê me baş nayê bihîstin. Berê di sala 2017'an de meaşê min ê seqetiyê hebû. Lê qanûn guherandin û meaşê min betal kirin. Pereyê min didin kesên li malê li min mêze dikin. Dahatek me tune ye. Ger karê we tune be an jî hûn li cihekî nexebitin, derfetên we tune ne."    ‘NAHÊLIN'   Ozdemîr, destnîşan kir ku sendeliya xwe ya bi ceryanê êvarî dixe şarjê û serê sibehê jê derdixe û got: "Mafê her kesî ye ku sûdê ji ceryanê bigire. Ma em ê jiyana xwe li gor şarjê diyar bikin? Gava ez sendeliya bi aku dixim şarjê, li malê û li derve bi ser min de tên. Gelek heval hene, malbatên wan nahêlin her roj şarjê li makîneya xwe bar bikin. Dibêjin, 'hefteyê carekê lê bar bike bes e.'"    ‘SENDELIYA BI CERYAN NE TIŞTEKÎ LUKS E'   Ozdemîr, destnîşan kir ku di warê çûn û hatinê de jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne û got: "Gava ji cihekî biçim cihekî ez gelek caran rêya xwe diguherînim. Vê mehê fatûreya min a ceryanê 600 lîre hat. Derûniya min nebaş e. Sendeliya bi aku ji bo astengdaran ne tiştekî luks e. Mirov dibêjin qey wisa ye, lê ne wisa ye. Ên herî zêde bandorê ji zeman digirin nexweş, seqet û kesên girêdayî makîneyan e."    ‘TECRÎDA HERÎ MEZIN E'   Ozdemîr, destnîşan kir ku dewlet ji bo wan tu projeyan çênake da ku daxilî nav jiyanê bibin û got: "Dibêjin astengdar in, bila deng ji wan derneyê. Ya tînin serê me tecrîda herî mezin e. Piştî bihabûna ceryanê em bi tecrîdeke hîn mezintir re rû bi rû man."    FATÛREYA WÎ 700 LÎRE HAT   Alî Gurbuzê platîn di niga de ye û ev demeke dirêj e li ser sendeliya bi aku ye jî, got: "Fatûreya min a mehane 700 TL hat. Ev zem bandorek nebaş li me kirin. Berê ceryan ev qasî nedihat. Lê êdî 2-3 qat zêdetir tê. Hikûmetê got, 'dê alîkariya malbata kesên astengdar bê kirin.' Lê me tu alîkarî nedît. Gava çûm, gotin wê alîkariyê nekin. Em tim li malê ne û em pir zehmetiyê dikişînin. Ji bo ku karibim derkevim derve divê wesayîta min tim di şarjê de be. Gava ez şarjê lê bar dikim, ceryan zêde tê. Gava li malê bim, wekî di girtîgehê de bim."