ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-16 09:00:27 *Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku sepanên li Îmraliyê di meriyetê de, bi têgeha “incommunicado” ku NY bi kar tîne tê pênasekirin. Ozturk anî ziman ku ji bo bidawîkirina van sepanan, serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê NY’yê da ne.  * Îpek Elmas ku bi gotina "Kamber Ateş Nasilsin" (Kamber Ateş çawa yî?" a bi tirkî di bîra mirovan de ma, heya sax bû ji xeynî zimanê xwe bi tu zimanê din neaxivî.   * Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, diyar kir ku partîya wan ne "lîstikvan e, leyîstiksaz e" û ya ku siyaseta welêt biguherîn e jî vebijêrka Rêya Sêyem e.    * Serokê ÇHD'ê yê Şaxa Enqereyê Mûrat Yilmaz, diyar kir ku li girtîgehan prosedur nayên pêkanîn û got: "Ger em bitêkoşin, dê dewlet nikaribe van neheqiyan bike."    * Di lêpirsîna ku li Aydinê dest pê kir de, daxuyaniyên ku rêvebirên HDP'î û DBP'î tevlê bûne, parvekirinên wan ên li ser medyaya sanal û hevpeyvînên wan sûc hatine hesibandin.   * Zemên ceyranê, barê fatûreyên astengdaran ku sendeliyên wan ên ceyranê hene, giran kir. Astengdar Fedekar Ozdemîr got: "Ev tecrîda herî mezin e."    * Li Wanê welatî ji bo fatûreyên zêde ji wan re hatine dikaribin razînin, kelûpelên li mala xwe difiroşin. Welatiyên nû dizewicin ji bo kelûpelên desta duyem diçin dikanên spotvanan. Xwendekarên nikarin pêlavên nû bikirin, pêlavên xwe qetiyayî pîne dikin.    * Bernameya rêzeçalakiyên 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê ku dê bi pêşengiya MED-DER’ê bên lidarxistin diyar bû.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 345'emîn de berdewam bike.    * Heyeta HDP'ê ku serdana Şengalê û Mexmûrê kiribû wê derbarê çavdêriyên xwe de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Komeleya Şêx Seîd û Baroya Amedê ji bo şûna gora Şêx Seîd û hevalên wî were eşkerekirin dê ji bo serlêdana îdarî li avahiya baroyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)     * Nobedên edaletê yên malbatên girtiyan li Baroya Amedê, Baroya Wanê û Baroya Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bikin. (13.00-16.00)   * Nûnertiya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) ya Amedê wê têkildarî meaşên xebatkarên Rojnameya Yenîden Gunaydin a ku dawî li weşana xwe anî û neçar man ji kar veqetin dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Şaxa OHD'ê ya Amedê, Baroya Amedê û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê têkildarî îşkence û muameleya xerab a li Girtîgeha Amedê Jimara 3'yan a Tîpa T'yê qewimiye li ber Dadgeha Amedê daxuyanî bidin û gilî bikin. (13.00)