Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir 2022-02-15 22:58:25   MÊRDÎN - Li Nisêbînê komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê gel komploya navdewletî ya 15 Sibatê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fîşekên hewayê protesto kirin. Piştî fîşekên hewayî li bajêr çek teqiyan.   Piştî dengê çekan, gelek wesayîtên zirxî yên polîsan li nav kuçeyan geriyan û polîsan hin wesayît dan sekinandin û li nasnameyên kesên di wesayîtan de nerîn.