Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû 2022-02-15 21:02:16   AMED – Esnafen Amedê ku li dijî fatûreyen ceyranê û bihabûnê ji bo sê rojan dest bi çalakiya lembetefandinê kiribûn, îro danê êvarî bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî kirin.    Esnafên Kuçeya Hunerê ya semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, ji bo fatûreyên ceryanê yên giran û bihabûnê protesto bikin ji bo 3 rojan dest bi çalakiya lembetefandinê kiribûn. Esnafan di roja sisêyan da bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî kirin. Esnafan berî daxuyaniyê ji bo deqîqeyekê lembeyên xwe tefandin û li derdora kuçeya hunerê find vêxistin û bi çepikan fatûreyên ceryanê yên giran protesto kirin.    Di daxuyaniyê de Serokê Komeleya Kuçeya Hunerê Umît Umdu axivî.    Umdu bilêv kir ku sê rojan li dijî bihabûne û fatûreyen ceyranê yên giran çalakiya lembetefandinê li dar xistin û di roja sisêyan de çalakiya xwe bi dawî kirine.    Umdu, diyar kir ku çalakiya wan a lembetefandinê hatiye astengkirin, lê dîsa jî li dar xistine û got: "Ê ku nedihiştin esnaf lembeyên xwe bitefînin, nexwe bira bên heqê ceryana lembeyên esnafan bidin. Em dixwazin dengê xwe bi awayekî demokratîk bidin bihîstin. Gaz û ceryan pir biha bûye, eê mirov çawa debara xwe bikin? Bila rayedarên desthilatê bên li nava gel bigerin û rewşa gel bibînin. Ên berê fatûreya wan 80lîre dihat, niha hezar lîre tê. Xwedî li esnafan dernakevin. Ger wisa be sibê dusibe dê esnaf dikanên xwe bigirin."    Umdu, di dawiya axaftina xwe de ji bo vê hevdîtin bi Baroya Amedê re kirin û got: "Baroya Amedê ew dane dadgehê. Em li benda biryarê ne."