Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e 2022-02-15 16:38:16 AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Amedê dabû destpêkirin, di roja 92’yemîn de berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan bang li Wezareta Edaletê kirin ku girtî bên berdan.  Bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 92’yemîn de jî berdewam kir. Dayika Civan Boltan ku destekî wê jî bûye, çavekî wî nabîne û parçeyên şarapnalê di serî wî de hene, Nazîme Boltan di çalakiyê de axivî. Boltan got ku ji bo girtiyên nexweş, 92 roj in daxwaza edaletê dikin lê hêjta jî dengê wan nehatiye bihîstin.    Nazîme Boltan di berdewama axaftina xwe de ji Wezareta Edaletê xwest ku girtî werin berdan û wiha domand: “Em ne tenê ji bo zarokên xwe lê ji bo zêdetirî hezar girtiyên nexweş Nobeta Edaletê digirin. Heta ku zarokên me tên berdan jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Daxwaza me ew e ku zarokên me bên dermankirin û rê li ber mirinên li girtîgehan bê girtin. Heke hûn derman nekin, wê demê berdin da ku em wan derman bikin. Banga min ji bo hemû malbatan jî ew e ku dengê xwe li dengê me zêde bikin û piştgiriyê bidin têkoşîna me.”