Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da 2022-02-15 13:32:08   AMED - Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî Ferda Aytek Toz jiyana xwe ji dest da.   Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê, li ser hesabê xwe yê medya sanal aşkera kir ku kedkara tenduristiyê yê îxrackirî Ferda Aytek Toz jiyana xwe ji dest daye. SES'ê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya li dijî kesên jiyanê li wan dikin zindan bidomînin.