Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan 2022-02-15 13:24:13 AMED - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan û Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Zeynep Durgut dan û xwestin ku Dûrgût were berdan.   Nûçegihana me Zeynep Dûrgût, duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi serdegirtina malê de hate binçavkirin. Rojnameger Dûrgût derbasî Gerînendetiya Ewlekariyê ya Şirnexê hat kirin û biryara dan ku nikare 24 saetan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji ber ku biryara nepeniyê li ser dosyayê heye, nehat zanîn bê ka Dûrgût bi kîjan sedemê hatiye binçavkirin. Têkildarî mijarê Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û Nûnerê Sendîqeya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Amedê Mahmût Oral axivîn û bertek nîşan dan.    ALTAN BERTEK NÎŞAN DA    Hevserokê DFG’ê Altan diyar kir ku li kîjan deverê girtin, binçavkirin û zext çê bibin, ileh rojnameger jî para xwe ji vê digirin û wiha domand: “Duh jî hevala me ya rojnameger Dûrgût hate binçavkirin. Ev ne cara ewil e ku Dûrgût tê binçavkirin. Girtin û binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin. Peywira rojnamegeran, çêkirina nûçeyan û parvekirina wan e. Ji bo vê jî çavkaniyên wan hene. Heke ev yek sûc be, wê demê jî tenê dikarin lêpirsînekî bidin destpêkirin û vexwînin îfadeyê. Piştre jî heke sûcek kiribe, dikarin ceza bidin. Lê ev mijara binçavkirinê nayê fêmkirin.”    ARMANCA JI BINÇAVKIRINAN    Di berdewamê de Altan bi bîr xist ku bi sedema salvegera radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Tirkiyeyê di çarçoveya “tevdîrên bergir” de gelek kes bi heman hincetan hatine binçavkirin û wiha pê de çû: “Gelo rojnamegerek çima di çarçoveya tevdîrê de tê binçavkirin? Bi vê binçavkirinê dixwazin ku nehêlin nûçe bên çêkirin û haya raya giştî ji geşedanan nebe.”   'DIXWAZIN BITIRSÎNIN’   Altan got ku nayê fêmkirin bê ka çima biryara nepeniyê ji bo dosyaya Dûrgût hatiye dayîn û ev tişt anî ziman: “Zextên li ser rojnamegeran di van salên dawî de êdî ewqas zêde bûne ku mirov nikare tehemûl bike. Ji ber ku tên binçavkirin, doz lê tên vekirin, tên girtin û nahêlin nûçeyan bişopînin. Ji xwe gelek rojnameger di girtîgehê de ne. Dema em li dosyayên wan dinihêrîn, dibînin ku tenê ji ber ku desthilatdarî ditirse lewma hatine girtin. Bi vê yekê mafê vegotin û azadiya raman tê binpêkirin. Bi krîmînalîzekirina rojnamegeran re dixwazin wek sûcdarekî nîşan bidin, ji xebata wan dûr bixin û ji civakê qut bikin.”    ‘ROJNAMEGERÎ SÛC NÎNE’   Bi domdarî jî Altan destnîşan kir ku divê hevala wan Dûrgût di zûtirin dem de were berdan û wiha dom kir: “Divê dîsa li karê xwe vegere. Ne çêkirina nûçeyan û ne jî rojnamegerî sûc nînin. Yek ji rêyên herî bingehîn ên haydarkirina gel, rojnamegerî ye. Lewma daxwaza me ew e ku Zeynep Dûrgût di demekî herî kin de bê berdan.”    ‘DIXWAZIN DESTHILATIYÊ JI TENGASIYÊ DERXÎNIN’   Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û wiha got: “Zextên li ser rojnamegeran girantir bûne. Hewl didin desthilatdariyê ji tengasiya wê derxînin. Tê îdiakirin ku ev binçavkirinên li Şirnexê bi hinceta tevdîrên ji bo salvegera radestkirina Abdullah Ocalan hatine kirin. Beriya niha jî gelek caran bi heman hincetê ev binçavkirine kirin. Lê li vir ecebiyek heye. Hêj bûyerek pêk nehatiye lê bi sedema dibêtiya çêkirina wan bûyeran, rojnamegeran binçav dikin. Ev nayê fêmkirin. Li aliyê din, sûc nîne ku rojnamegerek bûyereke qanûnî yan jî derqanûnî bike nûçe.”    ‘YA KU DIKIN SÛC E’   Oral diyar kir ku armanca ji van binçavkirinan ew e ku rojnamegeran bitirsînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sûce ku ji bo gefxwarinê mirov rojnamegerekî binçav bike. Lê divê baş were zanîn ku dê rojnameger bi israr karê xwe bidomînin. Par jî di 15’ê Sibatê de heman tişt kirin lê nekarîn pêşî li qewimîna bûyeran bigirin. Kesek nikare ji bo şikandina rûmetê, gefan û biçûkxistinê biryara binçavkirinê bo welatiyekî yan jî rojnamegerekî bide.”