Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin 2022-02-15 11:12:02 AMED - Derheqê rêvebera Komelaya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş de dê mutalaa bê amadekirin.  Bi hinceta xebatên komeleyê, derheqê Endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de hem Ulaş û hem jî parêzerên wê amade bûn.    Serokê Dadgehê di danişînê de da zanîn ku ji bo bizanin bê ka derheqê Ulaş de beriya niha bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn an jî peyketinek heye yan na, ji Gerînendetiya Şaxa TEM’ê yê Amedê re muzekkereyeke nivîskî şandine û di bersiva muzekkereyê de hatiye gotin ku lêpirsîneke wiha nîne. Piştre jî ji bo amadekirina mutalaayê, dozger dosya xwest.    Tîrenç jî di danişînê de parastinên xwe yên berê dubare kir û daxwaza beraeta xwe kir.    Şandeya dadgehê di biryara xwe ya navberê de diyar kir ku ji bo amadekirina mutalaayê, dê dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re bê şandin. Danişîna dozê bo 3’yê adarê dane paş.