Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be 2022-02-15 09:03:54 STENBOL - Dayikên ku li ber ATK’ê û Edliya Stenbolê her hefte roja pencşemê kom dibin ji bo girtiyên nexweş bên berdan û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin gazî rayedaran dikin, wiha gotin: “Heke em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be. Em bêdeng dimînin lewma girtî dimirin.”  Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê zext, tundî û neheqiya li ser girtiyan bênavber didome û nizane sekinandin çi ye. Heqên girtiyan tên desteserkirin û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Girtiyên nexweş tevî ku rewşên wan giran e jî nayên mirin û terkî mirinê hatine kirin. Her wiha girtiyên cezayê wan qediyaye û berdana wan hatiye taloqkirin, li benda berdanê ne. Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Amed, Wanê û Stenbolê çalakiyên Nobeda Edaletê li dar dixin û daxwaz dikin ku girtiyên wan bên berdan.    Yek ji van çalakiyên ku malbatên girtiyan li dar dixin li bajarê Stenbolê ye. Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ) sê hefte berê bi daxwaza "Ji girtiyên nexweş re azadî" li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) a li semta Yenîbosnaya Stenbolê dan destpêkirin. Hefteya bihûrî jî li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê çalakiya Nobeda Edaletê hat lidarxistin.    Malbatên girtiyan ku li Stenbolê ku çalakî li dar dixin û daxwazên xwe tînin ziman bang li malbatên girtiyan kirin ku ji bo girtiyan rabin ser piya.    ‘EM NE ŞER, EM EDALETÊ DIXWAZIN’    Cemîle Çîftçî ya ku birayê wê Selîm Çîftçî girtî ye bi bîr xist ku birayê wê ji sala 1997’an ve bi îdiaya “Alikarî û piştgiriya rêxistinê kiriye” û “Endamê rexistinê ye” hatiye girtin û 36 sal cezayê hepsê lê hatiye birîn. Çîftçî da zanîn ku ew naxwazin ji girtîgehan cenazeyên girtiyan derkevin û bi daxwaza aştî, edaletê û azadiyê çalakiyan li dar dixin û got: “Em van çalakiyan ji bo zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û girtiyên nexweş werin berdan pêk tînin. Em ji bo şer naçin wê derê, em tenê edaletê dixwazin. Girtiyên ku cezayê wan xelas bûye jî bila bên berdan. Yên nexweş jî bila bên tedawîkirin. Zextên li ser girtiyan înkar dikin. Nahêlin girtî û em daxwazên xwe bînin ziman. Polîs bi jopan û mertalên xwe bi ser me de tên.”    ‘JI LAÇIKÊ SERÊ DAYIKAN DITIRSIN’   Çîftçî bertek nîşanî astengî û tundiya polîsan li ber çalakiyan dikin da û wiha got: “Hêzên dewletê ji laçikên serê dayikan ditirsin. Tenê laçikên me spî hene. Tifing û bombe di destê me de tune ne. Çima ewqas ji me ditirsin? Em li ber girtîgeh û edliyê edalet û aştiyê dixwazin. Lê dixwazin bi her awayî me asteng bikin.”    ‘WERIN EM ÇALAKIYÊN XWE MEZIN BIKIN’    Çîftçî ani ziman ku ji ber ew kurd in û çalakiyan li dar dixin polîs êrişî wan dikin û got: “Dibêjin bila kurd tunebin û xelas bibin. Heta em saxbin em ê dest ji doza zarokên xwe bernedin. Ez nebim jî wê zarok û neviyên min berdewam bikin. Em ê li hember van zext û êrişan çalakiyên xwe mezin bikin. Ez heta niha 6 caran hatime girtin. Ez sed carên din jî werim girtinê ez ê dîsa ji bo girtiyan çalakiyan li dar bixim.”    ‘BILA ÊDÎ CENAZE JI HEPSAN DERNEKEVIN’    Fincê Akman a dayika girtî Yakup Akman jî anî ziman ku kure wê di sala 2019’an de li Stenbolê bi îdiaya, “Xerakirina yekîtî û tevahiya dewlet û welat” girtî ye û cezayê muebeta girankirÎ lê hatiye birîn. Akman da zanîn ku ji bo cenazeyê zarokên wan ji hepsê dernekeve çalakiyan li dar dixin û got: “Em dixwazin edalet bicih were. Êdî em ji rewşa zarokên xwe pir ditirsin. Ji ber ku di van çend mehan de 8 cenaze ji hepsan derketin. Ev mirin ne tesadufî ye. Tên kuştin. Ev kuştin û mirin dide nîşandan ku li girtîgehan îşkence û hovîtî heye.”    Akman mirinên li girtîgehan wek “qetlîamê” pênase kir û wiha domand: “Dema 8 cenaze ji girtîgehan derkevin navê vê qetlîam e. Rastiya vê ev e. Bes e bila êdî cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Bila êdî ew zilm û zordarî li ser zarokên me rabe. Dema ji girtîgehan cenazê derdikevin, kezeba me dişewite. Heta ku îşkenceya li ser zarokên me neqede em ê çalakiyên xwe li ber girtîgehan û edliyeyan berdewam bikin. Heta zext bi dawî nebin, em ê rûnên. Em ê heta dawiyê li ser piya bin û bikevin pey dawa zarokên xwe.”    ‘EM HEQÊ ZAROKÊN XWE DIXWAZIN’    Akman anî ziman ku zarokên wan ji ber mafên xwe parastine hatine girtin û wiha got: “Zarokên me bêsûc in. Em edaletê dixwazin. Zarokên me hemû nexweş in. Girtiyan dişînin mirinê. Bila zarokên me bên berdan. Kesên ku dizî, karê tozê, tacîz û tecawizê dikin hemû hatin berdan. Me kes ne kuştiye, dizî nekiriye, me dest dirêjiya kesî nekiriye lê yên tên girtin jî em in. Kurdan tenê ziman, nasname, çand û hebûna xwe xwestine û parastin e. Ji ber vê yekê bernadin. Em kurd tenê heqê xwe dixwazin. Em doza malê û milkê dewletê nakin.”    ‘SIBÊ WÊ PIR DERENG BIBE’    Akman di dawiya axaftina xwe de bi taybetî gazî dayikên girtiyan û malbatên girtiyan kir û got: "Bila dayik û malbatên girtiyan piştgiriyê bidin çalakiya me û werin em li ber dadgehan û hepsan rûnên. Bila malbat li malên xwe rûnenên û nebêjin zarokên me mirin. Îro bila werin kêleka me rûnin û ji bo girtiyên xwe azadî û edaletiyê bixwazin. Dibe ku sibê bibe dereng. Em îro dengê xwe derxin. Heke em îro ranebin ser piya sibê wê pir dereng bibe. Em bêdeng in lewma cenazeyên zarokên me derdikevin. Bila her kes were û xwedî li girtiyan derkeve û piştgiriya çalakiya malbatan bikin. Bila destê xwe deynin ser wîjdanê xwe.”    MA / Mazlûm Engîndenîz