'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin' 2022-02-14 16:37:01   AMED - Malbatên Girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin diyar kirin ku dilê wan li ser zarokên wan diêşe û xwestin girtî tavilê werin berdan.    "Nobeda Edaletê" ya ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ve li Baroya Amedê haibû destpêkirin di roja 91'emîn de berdewam dike.    Dayika girtiyê nexweş Reşahat Ada diyar kir ku heta daxwaza wan a edaletê pêk were dê têkoşîna xwe bidomînin û got: "Zarokên me di nava çar dîwaran de dibin zilmê de ne. Em vê tundiya li ser zarokên xwe qebûl nakin. Em gazî serokkomar û wezîran dikin; Em dixwazin ku zarokên me bên dermankirin û berdana wan neyê taloqkirin. Êdî bes e. Dilê me dayikan diêşe. Bila her kes bizanibe ku em ê li ser şopa zarokên xwe heta dawî têkoşîna xwe bidomînin."   Ji xizma girtiyan Nuray Abay jî wiha got: "Em ji bo zarokên xwe li vir in. Berdana girtiyan taloq kirin û girtiyên nexweş derman nakin. Em aştî û edaletê dixwazin. Em dixwazin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin. Bila rayedar erka xwe bi cih bînin."