Li Stenbolê pankartên ‘roja reş’ hatin daliqandin 2022-02-14 16:10:40   STENBOL - Rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Stenbolê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî bi avahiyên xwe ve pankarta reş a bi nivîsa, “Bila tecrîd rabe, derî bên vekirin û aştî bê axaftin” daliqandin.   Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Stenbolê bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi avahiyên xwe ve pankartên reş daliqandin. Rêxistinên HDP’ê pankartên bi nivîsa, “Bila tecrîd rabe, derî bên vekirin û aştî bê axaftin” bi avahiyên xwe ve daliqandin û komplo şermezar kirin.